Dayik û 5 zarokên wê yên ku mala wan şewitî li benda alîkarîyê ne

Dayik û 5 zarokên wê yên ku mala wan şewitî li benda alîkarîyê ne

Di mala dayika ku 5 zarokên wê hene û micadeleya jiyanê dide de şewat derket, di encama şewata ku derket de mal şewitî.

Yazgul Oktaya ku dayika 5 zarokan e  û li Qosera Mêrdînê micadeleya jiyanê dide berî vê 4 salan zilamê wê ew terk kir û bi tena serê xwe ma. Piştî ku zilamê wê ew terk kir re xwezûra wê jê re bû alîkar Yazgula diya 5 zarokan li Qoserê maleke xwe ava kir. Doh êvarî ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di mala dayika bi navê Yazgul Oktay de şewat derket.

Dê Yazgula ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî, derbarê mijarê de diyar kir ew hêj deynê xanî xelas nekirine û ji ber ku mal şewitî jî ew zêdetir mexdûr bûne.

Yazgula ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi sed zehmetî ji bo zarokên xwe vê malê daye çêkirin, lê ji ber ku şewitîye ew digel zarokên xwe di nîvê zivistanê de li holê mane ku ew ji ber vê yekê ji rayedar û xêrxwazan alîkarîyê teleb dikin.

“Ez ji zarokên xwe re him dayiktî û him bavîtîyê dikim”

Dê Yazgul Oktay di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku zilamê wê ew terk kiriye re ew hewl daye ku 5 zarokên xwe mezin bike û dû re wiha li axvtina xwe zêde kir: “ 2 qîzên min dixebitîn. Xweda dizane min vê malê bi çi ezîyet û cefayê çêkir. Hêj zêdetirî 10 hezar lîre deynê me yê derî û şibakayan heye. Doh êvarî ez çûbûm mala xwezûrê xwe. Xebera şewitîna malê hat ji me re. Dema ku em hatin mal tev dişewitî. Îtfaîye agir tefand, lê belê weke ku hûn jî dibînin ji ber şewatê tiştek nemaye. Ji ber bêderfetîyê  me hêj çend derîyên mala xwe li ber nexistibû. Me ji xwe re digot em ê bi şiklekî îdare bikin, ji dêla ku em di kirê de bimînin ev rewş çêtir e. Lê ew jî şewitî û çû.  Em di vê zivistanê de perîşan bûn. Ez digel 5 zarokên xwe di holê de mam. Zilamê min berî vê 4 salan terka me kir û me bi tena serê xwe man.  Min ew terk nekirin û çawa dibe bile bibe ez ê li wan binêrim. Ger pîvazê hişk jî bibe nesîbê me, şikir,  Xweda mezin  e. Bi vî awayî ez hewl didin him ji wan re dayiktîyê him jî bavîtîyê bikim. Niha ev felaket hat serê me. Ez ji rayedar û xêrxwazan bes tiştekî teleb dikim; bila ji me re bibin alîkar. Ez naxwazim di vê sir û seqemê de digel zarokên xwe li derve bimînim.”

“Tu tiştekî me nema, hemû tiştê me şewitî”

Ahmet Okayê xwendekarê pola 8emîn e derbarê mijarê de diyar kir bavê wî ew terk kiriye û doh êvarî jî mala wan şewitîye.Ahmet dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me hêj derîyên wê li ber nexistibûn. Li vê odê şewat derket. Ez bang li rayedaran dikim; ji me re bibin alîkar. Lewra tiştekî me nema.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler