Dayika dilbikul a ku qala rewşa xwe kir bangî rayedaran kir

Dayika dilbikul a ku qala rewşa xwe kir bangî rayedaran kir

Dayîka dilbikul ya ku li Êlihê di maleke xerabe de tekoşîna jiyanê dide, ji xêrxwazan û karbidest alîkarî xwest.

Dramê malbata ku li Taxa Çamlica Êlihê di Kolana 3128 de îqamet dike dil sîz dike. Malbata Gezer di maleke li ber xerabûnê de tekoşîna jiiyanê dide. Malbata ku di mala xerabe de dijîn îfade dikin ku ew di vê mala xirabe de kirê didin û ditirsin ku xanîyê bi ser wan de xira bibe. Dirêmê balbatê dil zîz dike.

Amîne Gezera dayika 4 zarokan îfade dike ku ew ji ber bê derfetîyên maddî nikarin bi tu derê de harin. Dayika dilbikul ji xêrxwaz û karbidestan xwest ku destê alîkayê dirêjî wan bike.

Dayik Gezerê îfade kir ku ew bi zilamê xwe û 4 zarokê re zivistanî di sermê de û havînî jî ji ver tupişt û heşeratan bi zor û zehmet di vê malê de tekoşîna jiyanê didin.

Gezerê îfade kir ku pirsgirêkên zilamê yên pîskolojîk henin, ji ber vê yekê wê berê ji Weqfa Alîkarya Civakî destek digirt lê belê paşê ew alîkarî û destek hat birîn û niha tu alîkarîyê nagrin. Gezerê îfade kir ku tenê daxwazeke min heye ew jî maleke em bê tirs û xof û xwe di ewlehîyê de rûnîn.

Gezerê îfade kir ku dolava wan valaye û nanê wanjî tineye û îfade kir ku ji ber vê yekê hin caran ji ber ku tiştek tine ew bê paşîv rojîyê digrin.

“Zilamê min nikare tu karî bike”

Gezerê, wiha got: “Zilamê min tenê 5 meh eskerî kir. Niha heşê wî ne li serêwî ye û nexweşîyên wî yên pîsîkolojîk hen in. Ji ber vê yekê ji eskerîyê çirûk dan wî. Zilamê min nikare tu karî bike. Berya niha min serî li Weqfa Alîkarîya Civakî xist salekê meaş dan min. Lê belê di meha adarê de maşê min birîn. Zarokê min Rûken û Celîl nifûsa wan li ser ya xezûrê min e. Sedemên vê yekê ji dema ez 12-13 salî bûm zarokên min nexweş ketin û ji ber ku mehra me ya fermî tine bû me nifûsa wan li ser xwezûrê min xist. Celîl 12 û Rûken jî 8 salîye heta niha jî neçûne dibistanê. Ji bo riza Xwedê ji min re çareyekê bibîn in.”       

Dayik Gezerê îfade kir ku ew dixwaz e zarokê wê bixwîn in û wiha got: “Ji bo ez zarokê xwe bînim ser navê xwe û perê wan bigrim ji min 5 hezar lîre dixwazin. Ji xwe îmkanekî min yê ez ewqas berê bidim jî nine. Ez dixwazim ji vê yekê re çareyek bê dîtin. Bila zarokên min bixwnîn û cahil mezin nebin. Min nexwend bila zarokên min bixwînin. Zarokê minê yek sal û nîvî rîsk heye ku hata 3 salî ker bibe. Ji bo riza Xwedê ji minre bibin alîkar.”

“Bi caran ez çûm weqfê lê belê ji min re nabin alîkar”

Dayik Gezerê di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew bi caran çûye Weqfa Alîkarîya Civakê lê belê tu kes ji wê re nebûnin alîkar û wiha got: “Di serê rojîyê de barana zêde hebû. Mala min dibin avê de ma. Temamê tiştê min yê hebûn jî tev xira bûn. Di mala min de qelş çêbûn. Heta xanî bi ser me de nehatîya bila ji bo zarokên min çareyek bê dîtin. Bi caran ez çûm weqfê alîkarîya civakî lê belê ji min re nabin alîkar û dibêjin tu her tim heman raporan tîne, dibêjin lazim e tu zilamê xwe ji nû ve tê xwe heyetê. Ji xwe rapora di destê me de ye  jî heyetê dayê ma ka ezê raporê ji ku bibînim.” (ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.