Dayika Şehîd Abdulcelîl Akbaş wefat kir
Kerîme Akbaşa dîya Abdulcelîl Akbaşê ku ji ber nasname û jiyana Îslamî di sala 1994an de hat şehîdkirin çû rehma Xwedê.
Hat ragihandin Kerîme Akbaşa dîya Abdulcelîl Akbaşê ku ji ber nasname û jiyana Îslamî di sala 1994an de hat şehîdkirin çû rehma Xwedê.
Kerîme Akbaşa ku li Erxanîya Diyarbekirê dijîya ji nişka ve nerihet bû û hat rakirin nexweşxanê. Kerîme Xanima ku hat rakirin nexweşxanê digel temamê midaxeleyan çû rehma Xwedê.
Kerîme Xanima ku çû rehma Xwedê li ba lawê xwe Şehîd Abdulcelîl Akbaş hat definkirin.
Hat hînbûn ew ê tazîye li mala şînê ya Şêx Seîd a li Erxanîyê bên qebûlkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.