Dê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ were lidarxistin

Dê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ were lidarxistin

DİYARBEKİR - Dê li Diyarbekirê di nabeyna dîroka 22-23yê Cotmehê de ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ were lidarxistin.

Dê li Diyarbekirê ji teref Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhad’ul Ulema) ve bernameya bi navê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ ya ku dê alimên Kurdistana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî werin cemhev were lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Muhemmed Ozer diyare kir ku wek Îttîhad’ul Ulema dê ew bernameya bi navê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ lidar bixin. Ozer anî bibîranîn ku wan par di dîroka 18ê Nîsana 2015an de bernamekî li dar xistine û wan di bernamê de alimên Kurdistana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî anîne cemhev.

Ozer di derbarê mijarê de wiha axivî: “Di danezana encamê ya ku li ser navê pirsgirêka rewşa Kurdan û çareseriya wê ya ku bi sedan Alimên Îslamê beşdar bûbûn de wek destpêk hatibû lidarxistin û di gavên ku dûvre wek qonax hatibûn amadekirin û lidarxistin de me vê yekê wek beyanata hevpar di pêşvaçûna çareserî, îrade û pratîkê de eşkere kiribû.”

Ozer biryarên ku hatibûn dayîn anî bibîranîn û wiha pê de çû: “Di danezana encamê ya heman hevdîtinê de me wek bangewazî diyar kiribû ku alimên Îslamê hemberê vî mijarê wiha tevger bikin: “Di pêşketin û vejîna ji nû ve ya gelê Kurdê ku piştî bûne Misliman ehemmiyet û girîngiyeke mezin dane Ulemaya Îslamê divê ku alimên îro jî ji bo çareseriya pirsgirêkan tevger bike û di nabeyna medreseyan de diyalog û guftugûyan zêde bike.”

Ozer piştî ku ragihand ku dê li Diaybekirê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ were lidarxistin wiha pê de çû: “Ji bo ku biryarên di ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ de hatine sitandin werin îcrakirin û têkiliya di nabeyna alimên me de werin qewînkirin me di vî heyamê de ziyaretên cûr bi cûr kirin û bername lidar xistin. Em dê bernameya bi navê ‘2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê’ ya ku dê alimên Kurdistana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî werin cemhev lidar bixin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.