1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dedektorên hesinan li têketina Mescîda Eqsayê hatin danîn
Dedektorên hesinan li têketina Mescîda Eqsayê hatin danîn

Dedektorên hesinan li têketina Mescîda Eqsayê hatin danîn

Li ber devê deriyên Mescîda Eqsaya ku ev 3 roj e ji teref îsraîla îşxalker ve ji îbadetê re hatiye girtin,dedektorên hesinan hatin danîn

A+A-

Ev 3 roj e ku Mescîda Eqsayê ji teref sîyonîstên îşxalker ve ji îbadetê re hatibû asêkirin ku hat diyarkirin îro ji wextên nîvro vir ve hêdî hêdî derî hatin vekirin; lê belê hat diyarkirin li ber devê deriyên Harema Şerîf dedektorên lêgerîna hesinan hatine danîn.

Hat ragihandin  ew ê ji teref siyonîstan ve li ber devê deriyên Mescîda Eqsayê dedektor bên danîn  û ew li derdorê ve jî kamera bên bicîkirin.

Îsraîlê sîyonîst û îşxalker e bênavber zilmê xwe didomîne, siyonîst vêcarê li gundê Nebî Saliha Ramallahê Mislimanekî Filistînî yê 34 salî şehîd kir.

Ji sala 2015an vir ve 255 Milsimanên Filistînî ji teref polêsên siyonîstên îşxalker ve hatin şehîdkirin.

ÎLKHA





Bu haber toplam 268 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.