“Dema ku mijar Misliman bin hemû kes kerr û lal dibe”

“Dema ku mijar Misliman bin hemû kes kerr û lal dibe”

Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek derheqê wefata Mehdî Akîfê ji rêberên Îxwanê de diyar kir, zalim ji bêdeng û bêhesasiya ummeta Îslamê cesaret distînin û alimên Îslamê bêperwa şehîd dikin.

Muhammed Mehdî Akîfê Serokê berê yê  Konseya Rêbertiyê yê Teşkîlata Birayên Misliman  di zindanê nexweş ketibû û li nexweşxaneya ku lê hatibû rakirin wefat kir. Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek derheqê wefata Akîf de xemginiyên xwe anî zimên û bang li Mislimanan  kir da ku li dijî Sîsiyê zalim û kesên mîna wî dengê xwe bilind bikin.

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir Akîf bi salan bo islahkirina  Mislimanan têkişiya  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew tenê ne murşîdê Îxwanul Muslîmîn bû, ew 25 salên xwe di zindanan de borand. Ew digel halê xwe yê nexweş û kal her tim bo islaha Mislimanan hewil daye, di pêvajoya vê hewildanê de gelek  zehmetiyan kişandiye, gelek îşkence lê hatin kirin; lê belê ew digel temamê şert û mercên neyînî di îrşada Mislimanan de wezîfê girtiye li ser milên xwe. Ew murşîdeke wisa ye û murşîdê me tevan e. Em hemû ji ber wefata vî kesê ku rêya heq û rast nîşanî em dida xemgîn û mehzûn in.”

 “Dema ku mijar Misliman bin hemû kes kerr û lal dibe”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir  em cardin bi vê bûyerê rûyê rast a zaliman nas dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em dîroka xwe ya borî dinihêrin em dibînin ku zaliman bi heman awayî Hesen el-Bennayan, Seyyîd Kutuban û Mevdudiyan şehîd kirine. Îro jî hevalên wan tên şehîdkirin. Ev yek netîceya nasnekirina hiqûqê û edaletê ya pergaleke taxûtî ye. Dema ku mijar Misliman bin hemû kes kerr û lal dibe. Li kû derê dinyayê dibe bila bibe yekî 90 salî di zindanan de girtin û îşkence lê kirin bêhiqûqî ye. Lê em dinêrin  ew kesên ku tu car heq, hiqûq, edalet û mafên însanan ji ser zimanên xwe kêm nakin qet dengê xwe dernaxin û xwe kerr û lal dikin. Ev yek jî durûtiya wan nîşan dide.”

Şîmşek di dawiya axavtina xwe de diyar kir bi heman awayî li welatê me jî mixabin însanên ku bes ji ber ku dînê Îslamê teblîx kirine di zindanan tên girtin hene.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.