Demîr: Bazirganîyên bi rejîma îşxalker re hene muheqeq divê bên qutkirin

Demîr: Bazirganîyên bi rejîma îşxalker re hene muheqeq divê bên qutkirin

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr di Meclîsê de derheqê rojane de axivî û di axavtina xwe de derheqê peymana ku Federasyona Fitbolê yê Tirkîyeyê bi Mc Donalds re kirîye de bibîr xist û daxwaz kir ku bila ev peyman bêne qutkirin.

Demîr di axavtina xwe de weha got, “Xelkê me li Tirkîyeyê li dijî sazîyên ku destekê didin sîyonîstan boyqotê dane destpêkirin û seferber bûne û gelek sazîyên dewletê û sazîyên taybet peymanên xwe yên bi sîyonîstan re qut kirine û fesih kirine.

Bi tevî vêya, berdewamkirina bazirganîyê a ji teref hinek sazîyan ve û wan sazîyan jî vê boyqotê nabînin wijdanan bi şekleke ciddî birîndar dike. Di nav rewşekî ku li Xezzeyê însanîyet ji ber birçîbûnîyê û bêavîyê hatîye ber bimirinê de divê ji hemû teşebûsên bi rejîma sîyonîst re bêne kirin dûr bê sekinandin. Di vî warî de yê ku ji Federasyona Futbola Tirkîyeyê tê hêvkirin bi lez û bez bila vê peymana xwe rawestîne û ev desteka xwe bi lez û bez qut bike.

Herî dawîn ez derheqê Xezzeyê de dixwazim ku veya îfade bikim, ji Tirkîyeyê hema hema rojê 8 keştî di warê destekdayîna ji rejîma îşxalê re de alîkarî diçe. Navê vê tiştê hûn dixwazin bazirganîbe an jî navê wan cuda be di nav rewşa ku însanîyet ji ber birçîbûnîyê hatîye ber bi mirinê de hêna jî çûndina keştîyan a ji Tirkîyeyê ve pirsgirêkekî gelek cîddî ye û di warê însanîyetê de obal û mesulîyetekî mezin e. Bi vê wesîleyê cara dawîn dixwazim ku bang li Tirkîyeyê bikim. Muheqeq divê hûn vê bazirganîyê qut bikin û ji bona drama însanîyetê ku li wê derê tê jîyankirin dawî bibe û ji bona ku agirbestekî bê îlankirin divê Tirkîye teşebûsên ciddî bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.