Derbarê kuştina 6 kesan a li Sêwerekê de 5 kes hatin girtin
Walîtîya Rihayê derbarê pevçûna Sêwereka Rihayê ya ku tê de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn de destnîşan kir 5 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re heye hatin girtin.
Berî vê çend rojan di navberê çend kesên ku endamên Eşîra Îzol bûn û nasên hev bûn de pevçûna çekdar derketibû û di encama pevçûna ku derketibû de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn.
Derbarê vê pevçûna çekdarî ya ku tê de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn de ji teref Walîtîya Rihayê ve daxuyanîyek hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; pevçûna ku li Sêwereka Rihayê ya ku tê de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn de,5 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re heye hatin girtin.
Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin berdewam dike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.