Deryaya sipî bû “deryaya mirin”ê: 900 mirî

Deryaya sipî bû “deryaya mirin”ê: 900 mirî

Penamberên ku 50 kîlometre ji Trablûsa paytextê Lîbyayê dûr bi keştîyê derketin rê keştîya wan di Deryaya Sipî de binav bû û derdora 900 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Çend roj berê penamberên ku 50 kîlometre ji Trablûsa paytextê Lîbyayê dûr bi keştîyê derketibûn rê ji ber sedemeke ne dîyar keştî binav bû. Hat hînkirin ku zêdetirî yê dihat zanîn kesan jiyana xwe ji dest dane û derdora 900 kesî fetisînin.

Penamberên ku ji Kanala Sîcîlya ya ku di navbera Lîbya û Îtalyayê de roja Şemîyê bi keştîyê derketibûn rê keştî alabora bû. Piştî bangewazîya alîkarîyê gemîyek Portekîz ya bar bersiv da gazîyê. Dema gemî gîhaşt deverê berya botan dînê deryayê keştîya penamberan binavbûbû.  

Karbidestên Îtalyan îfade kirin ku di keştîyê de 950 penamber habûn tê texmîn kirin ku ji kesên di keştîyê de bûn 200 kes pîrek, 50 kes jî jî zarokin. Tê îfade kirin ku heta niha 28 kes hatine rizgarkirin û hanîne devera Sîcîlyaya Îtalyayê. Hat îfadekirin ku heta niha cinazê 24 kesan ji behrê hatîye derxistin.  

Karbidestên Îtîlya, bi şertê nasnama wî veşartîbe îfade kirin ku miltecîyekî îfade kiriye ku ji ber perê 250 kesî kêm bû ew xistine embara keştîyê û derî li ser war qifil kirine.

Piştî qulupandina Mûammer Kaddafî Deryaya Sipî ji bo penamberan bû wek “deryaya mirin”ê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.