“Devê ku ji bo îxtîlafê diaxive spîkerê dijminan e”

“Devê ku ji bo îxtîlafê diaxive spîkerê dijminan e”

Rêberê Înqilaba Îslamê ya Îranê Seyyîd Alî Hamaney bi pêşbirkên navnetewî yên Qur’anê re li Tehranê hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku devê ku ji bo îxtîlafê diaxive spîkerê dijminan e

Seyyîd Alî Hamaney di civîneke de pêşbirên pêşbirka Qur’anê qebûl kir û di civînê de ragihand ku deve ku ji bo îxtîlafê diaxive spîkerê dijminan e.

 Hamaney di derbarê  rewş û pirsgirêkên misilmanan ya îro de û derbarê çareserî ya van pirsgirêkan de wiha axivî: “  Îro li cîhanê temamê misilmanan di nav êş û zehmetîyê de ne , di nav misilmanan de şerê nevxweyî yên ji ber sedemên cahîlî hêj jî didomin. Derman û çareserîya van pirsgirêkan tenê teslîmbûna Qûr’anê ye.”

Hamaney wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Mefhûmên mîna şiî û sunnî, ereb û ecem, xelk û miletperestî  ji teref  kesên xêrnexwazin ku nebaşîya ummetê dixwazin  hatine îcad kirin. Divê em li hembêrî van tiştan bi basîret û ezm li ber xwe bidin, mucadele bikin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.