Di 10 mehan de173 hezar dosya bi lihevanînê bi encam bûn

Di 10 mehan de173 hezar dosya bi lihevanînê bi encam bûn

Di semînera perwerdehîyê ya bi navê “Di Muhakemeya Cezayê de Livehanîn” de hat ragihandin di 10 mehên dawî de tev de 173 hezar dosya bi lihevanîn û lihevkirinê bi encam bûn.

Li Entabê ji teref Midûrtîya Giştî yê Karên Cezayê ya Wezareta Edaletê ve semînereke perwerdehîyê ya bi navê “Di Muhakemeya Cezayê de Livehanîn” hat tertîpkirin.

Alîkarê Midûrê Giştî yê Karên Cezayê ya Wezareta Edaletê Alî Ozturkmen di semînera ku hat tertîpkirin de derbarê dosyayên ku hatibûn vekirin û di encamê bi lihevkirinê bi netîce bûne de axavtinek kir.  Ozturkmen di axavtina xwe de balan kişand li ser dosyayên lihevanînê û dû re wiha got: “Di nav van 10 mehên dawî de tev de 173 hezar dosya bi lihevanînê bi encam bûn.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.