Di 27emîn salvegera şehadeta xwe de Şehîd Muhammed Seîd

Di 27emîn salvegera şehadeta xwe de Şehîd Muhammed Seîd

Dema ku dîrok 20ê Sibata sala 1997an nîşan dida Muhammed Seîdê ku jiyana xwe fedayê Îslamê kiribû bûbû hedefa berikên PKKê û erdnigarîya mezlûm a ku lê gelek zêde qetlîam û zilm hatibû kirin bi xwîna xwe av da.

Di wan salên 90î yên ku lê gelek zilm û qetlîamên mezin li xelkê Misliman ê Kurd hatin kirin de fermana Mislimanan hatibû rakirin. Carinan dewleta kûr û carinan jî PKK êrîş dibirin li ser Mislimanên ku hewl dida fermanên Xwedê bi cî bînin.

 Dema ku dîrok 20ê Sibata sala 1997an nîşan dida Muhammed Seîd Bozkurt li Hezexa Şirnexê dema ku ji mektebê derket êrîşa çekdarî lê hat kirin. Muhammed Seîdê ku PKKê êrîşa çekdarî lê kir şehîd bû.

Naîme Bozkurta dîya Şehîd Muhammed Seîd û Hecî Mustafa Muhammedê bavê Muhammed Seîd di 27emîn salvegera şehadeta lawên xwe de ji ÎLKHAyê re axivîn û qala wan rojên ku êrîş li lawên wan hat kirin û zilm û zordarîya ku wê demê li Mislimanan dihat kirin, kirin.

“Hêj ji biçûkayîya xwe ve dil dabû doza Îslamê”

Dayika Naîme di daxuyanîya ku da de destnîşan kir lawê wê hêj ji biçûkayîya xwe ve dil dabû doza Îslamê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em li gundê Bozburunê bûn. Wê demê Muhammed Seîd wê çaxê 6 salî bû û li mekteba dewletê ya ku cihê wê ya razanê hebû dixwand. Hêj ji biçûkayîya xwe ve dil dabû doza Îslamê. Muhammed Seîd ew qas fedakar bû ku amade bû canê xwe feda bike. Gelek zêde bi doza xwe ve girêdayî bû. Li her derê qala Îslamê dikir. Kitêb û qasetên Îslamî ji xelkê re belav dikir.  Qedr û qiymetê dida sila-î rahîm û haya xwe ji mahremîyetê dikir. Temamê hevalên wî jî baş bûn. Ew û hevalên xwe ji xwe re malek kirê kiribûn. Ew kesên ku dixwastin wan bikujin her tim wanan taqîb dikirin û êrîş dibirin li ser mala wan. Gelek caran mala xwe guhart. Her tim ew dihat taqîbkirin.”

 “Hêj xebera şehadeta lawê min ji min re nehatibû gotin ku ez ji bo wî digirîyam”

Dayika Naîma di berdewama axavtina xwe de diyar kir berî ku Muhammed Seîd bê  şehîdkirin ew lawê xwe yê din şandina ba wî da ku pirsa wî bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şevekê li ba wî ma. Muhammed Seîd û 2 hevalên wî wê rojê rojîya ku sunnet e girtibûn û bi rojîtî derketibûn derve da ku herin ba hevalê xwe. Lawê min jê re gotibû dernekeve derve; lê ew bîya wî nekiribû û derketibû derve û ji kekê xwe re gotibû ‘Gelek silavên min li diya min bike û jê re bibêje ez ê şehîd bibim. Ew ê careke din min nebîne. Bila dîya min negirî.’ Muhammed Seîd ji min penîr xwestibû û ji kekê xwe re gotibû ‘ ew ê dîya min cardin min nebîne; lê tu jê re bibêje bila dîsa penîr bişîne.’ Kekê wî çawa vegerîyabû gund ew şehîd kiribûn. Kekê wî dema ku hat gund hêj xebera şehadeta Muhammed Seîd ji min re nehatibû gotin ku ez li ser wî digirîyam. Di navbera nîvro û esrê de lawê min şehîd kiribûn.Rojek ji ser şehadeta wî re derbas bû û em bi meselê hesîyan.”

 “Av nedan kesê ku dikir şehîd bibe”

Dayika Muhammed Seîdî di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wê ji teref PKKyîyan ve hat şehîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li nêzî cihê ku lawê min lê hat şehîdkirin tenûr hebû, pîrek lê nan çêdikirin. Lawê min bi rojî bû, piştî ku êrîş lê hat kirin ji wan pîrekan av xwest. Ew pîrek hatin li ser serê wî û lê nihêrtin û gotin ‘ev sofîk e.’ û av nedanê.  Demeke dirêj li erdê ma. Dema ku ew rakirin nexweşxanê hêj sax bû. Serê şeveqê ji bo ez ji çalê avê bînim ji malê derketim. Ez li rasta gundîyeke me hatim. Tiştek ji min re negot; lê belê min ji madê wî fêm kir ku lawê min şehîd kirine. Dû re ji min re got ku êrîşî Muhammed Seîd kirine û birîndar bûye.”

 “Piştî ku lawê min hat şehîdkirin re bedena wî pir nazik û nerm bû”

Dayika Muhammed Seîdî di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew pê hisîyan ku Muhammed Seîd hatiye şehîdkirin dane rê  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her der berf û qeşa bû. Ji ber ku gorên min şil bûn, min şekal û gorên xwe ji pîyên derxist û pîyên tazî ez meşîyam. Qet li min ne serma bû, ji min re weke ku havîn bû.Hetanî gundê Selekunê em meşîyan û dû re em bi wesayîtekê çûn gundê Xerabê Şeref û ji wir jî çûn cihê ku êrîş li Muhammed Seîd hatibû kirin. Dema ku em çûn xestexanê hêj qatilê wî li wê derê bû. Ez li ber devê xestê qêrîyam. Ez çûm li ber serê cenazeya lawê xwe. Piştî ku lawê min hat şehîdkirin re bedena wî pir nazik û nerm bû.”

 “Ev çend sal derbas bûn, lê belê êş û elema me wek berê ye”

Neîma di berdewama axavtina xwe de diyar kir di êrîşa ku hat kirin de 9 berik îsaberî bedena lawê wê kiribûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tevde 9 berik lê ketibûn. Ji ber ku wesayît tunebûn, ên ku bi meselê dihisîya bi pêyatî dihatin. Ji ber berf û qeşayê tu kes nikaribû derkeve derve. Piştî ku cenazeya wî hat şûştin re me ew bir gund ji bo definkirinê. Ji Hezexê hetanî gundê Axrîtê wesayît ketibûn pey hev. Ji ber ku rêya gundê me girtîbû, me ji gundê Axrîtê cenazê bi traktorê bir. Bi bêran heta 7 kîlometreyan berfa li ser rê hat paqijkirin. Ji ber vê yekê karê definkirinê heta êvarî berdewam kir. Lawê min ji teref PKKê ve hat şehîdkirin. Hemd ji Xwedê re ku lawê min di oxira dîn de şehîd bû. Em qet nepoşman in. Hemû kes heyranê exlaqê lawê min bû. Ew bi rastî jî  merivakî baş bû û şehadet bû nesîbê wî. Ev çend sal derbas bûn, lê belê êş û elema me wek berê ye.”

 “Ji doza xwe re samîmî bû”

Hecî Mustafa Bozkurtê bavê Şehîd Muhammed Seîd jî derbarê lawê xwe diyar kir dema ku lawê wî hat şehîdkirin berf û qeşa gelek zêde bû û dema ku ew anîn gund rê girtîbû ku Şehîd Hecî Bîçer wê demê got ku em ê rê paqij bikin û cenazê bînin gund. Bav dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKKê ji muxtar gotibûn ji wan re bibêje bila lawê xwe ji Hezexê bînin , naxwe em ê te ji gund derxin. Muxtar vê yekê ji min re got ku ger em vê yekê nekin ew ê gundê me bişewitînin. Min lawê xwe ji Hezexê anî. Ne bi dilê lawê min bû. Em êvarî hatin gund, bû şeveq û ji malê revîya dîsa çû Hezexê. Xanim û qîza min di pey de çûn. Hecî  Sebrî û Xeyrîya li Hezexê ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin. Lawê min çûbû ziyareta wan. Lawê min ji doza Îslamê re samîmî bû û lê xwedî derdiket. Lawê min carê diçû Midyad û Êlihê û xebatên Îslamî dikir. Li Hezexê kemîn danîn û lawê min şehîd kirin.

 “Mîlîtanên PKKyî cilên pîrekan li xwe kirin û xwestin ku min bikujin”

Bav Hecî Mistefa Bzokurt di berdewama daxuyanîya xwe diyar kir ji ber ku ew bavê Muhammed Seîd bû di hedefa PKKê de bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ PKKyîyan cilên pîrekan li xwe dikirin  digotin em ê kerengan berhev bikin. Dixwastin nêzî min bibin û min bikujin.  PKKyîyên ku di bin fermandarîya Bahoz û Hogir de bûn çûn gundê Hecîsekan û qesta min kiribûn û gotibûn ‘herin wî bînin. Li gundê we 100 zilamê me heye. Em ê tevan bidin we da ku ji we re bibin alîkar.’ 16-17 caran êrîşî min kirin  da ku min bikujin.”

 “PKKyîyan benzînê li malê dakirin û xwestin me tevan di malê de bişewitînin”

Bozkurt di berdewama axavtina xwe de diyar kir carekê nêzî 400 PKKyî di ser gund de girtin û xwestin ku temamê endamên malbata wî bikujin û dû re wiha li axavtina axavtina xwe zêde kir: “ Carekê ji gundê me 2 xort hatin ba me û ji me re gotin Bahoz û Hogir hatine gund û ew ê bi te re xeber bidin.  Min sihefan li wan kir û min ji wan re got ku van tiştên ku min ji we re got herin ji wan re bibêjin. Çûbûn ji wan re gotibûn. PKKyîyê bi navê Hogir xwestibû were ba min; lê belê yê bi navê Bahoz nehiştibû û gotibû kesekî ku van tiştan ji te re gotibe ew ê te bikuje. Nehatin ba min, çend caran êrîşî mala me kirin. Careke arefeya îda Qurbanê bû. Hinek gotin hatibûn guhên min, min zarokên xwe di mal de top kir. Piştî işayê ji her derî êrîşî mala me kirin. Hinek kes digotin wê rojê 400 PKKyî hatibûn gund. Ji gundên derdorê kesên ku destên wan çek digirt tevekan anîbûn gund. Hetanî ku betilîn di ser me de berik berdan. Bombe avêtin. PKKyîyan benzînê li malê dakirin û xwestin me tevan di malê de bişewitînin. Me jî bersiv da wan. Teqdîra Xwedê ye, wê rojê tiştek bi me nehat. Tirsa wan di dilê me de tune bû, hemd ji Xwedê re.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.