Di bin 45 pile germahîyê de zehmetîya berhevkirina firingîyan

Di bin 45 pile germahîyê de zehmetîya berhevkirina firingîyan

Cotkarên Êlihî di bin 45 pile germahî de hewl didin firingîyên ku sor bûne berhev bikin.

Li Girêsîra û Sêgirkaya ku girêdayê navenda Êlihê ne cotkarên ku berî niha şitlê firingîyan danîbûn van rojan dest bi berhevkirina firingîyan kirin. Cotkarên ku di bin 45 pile germahî de hewl didin firingîyan berhev dikin destnîşan kirin îsal firingî hindik in, lê belê bihaya wan baş û pere dikin ku ew ji ber vê yekê kêfxweş in.

 “Ji bo ku em karibin xwe ji germahîyan mihafeze bikin di bin kolkan de bêhna xwe berdidin”

Cotkarê bi navê Mujdat Sonmezê ku bi salan li Êlihê karê sebzevanîyê dike derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re wiha axivî: “ Em di meha gûlanê de şitlê firingîyan dideynin. Bacanên sor heta niha ji gelek merheleyan derbas dibin. Xepar, avdan, îlaçkirin û gelek merhaleyên din. Piştî van merheleyan me dest bi berehevkirina wan kir. Li gor sala borî firingî baş negirtine, lewra hewa pir germ in. Ji şeveqê hetanî êvarî em bi berhevkirina firingîyan mijûl dibin. Bacanên ku em piştî nîvro berhev dikin ji bo ku tav zirarê nede wan em wanan di bin sihê de mihafeze dikin û dû re li halê difiroşin.”

 “Hasad ne baş e, lê belê bihayê wan baş e”

Eyup Balînê ku di berhevkirina firingîyan de  wek karker dixebite derbarê zehmetîya xebata di zevîya firingîyan de nirxandin kir û wiha got: “ Ji biharê vir firingî tên çandin. Xepar, avdan û dermankirin û gelek tiştên wisa bo wan tên kirin.  Bo firingî baş bigihijin divê bi şikleke baş guh li wan bê dayîn. Ger dîqqet neyê kirin giyayê bi navê gûrik firingîyan hişk dikin. Zehmetîyên van karan heye. Kedê dixwaze. Zehmetîya wê ya herî mezin bi şikleke baş mehsûl negirtine. Îsal jî mehsûl baş nîne, lê belê bihaya wê baş e. Ger biha nebaş bana ew ê heqê şitlê firingîyan jî derneketibana. Sala borî salika firingîyan 5 lîre bû, îsal 35 lîre ye. Sala borî kîlo 25 qirûşî bû, ,îsal 2 lîre û 50 qirûşî ye. Ger biha nebaş bana ew ê hemû kes zirar bikira.”

Cotkarên bi navê Eyup Sonmez û Ahmet Yagar jî derbarê mijarê de diyar kir karê ku tê kirin bi zehmet e, lê belê tev keda helal e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.