Di derbarê mudaxele kirina meşa Mursî de bertek

Di derbarê mudaxele kirina meşa Mursî de bertek

Roja înê ji teref 72 komeleyên civakî ve dema ji bo darvekirina Serokomar Mursî û hevalên wî protesto bikin meşek hatibû dar xistin bû ku polis mudaxeleyekî tund kiribû. Di derbarê vê mudaxelê kirine de ji teref Egîtîm Bîr-Sen û endamê sekreteryayê 72 kom

Di derbarê vê mijarê de endamê sekreteryaya 72 komeleyan Mehmet Duyu wiha ragihand: “ Berî niha me di derbarê vê meşe de agahî dabûn emnîyetê. Lê bele tam jî dema ku me nîyet  kir ku bi bal qada Şêx Seîd ve bimeşin polîsan astengî ji me re derxistin û hereketên parovakatîf  kirin. Wek mînak polîsek ku tîşortê wî gewr hat cem me û got ku ‘ Em nahelin hûn bimeşin, heke ji deste we tê de bimeşin.’ Me tiştek ji vî tiştî fêm nekir.”

Duyu axavtina xwe  her wiha domand: “Berî niha me gelek caran digel bi komeleyên civakî  di heman rêyê de me meş li dar xist û tu kes jî ji vê meşê aciz nebû. Lê belê polîs ji nişka ve astengî ji meşa me re derxist. Dema ku em di rê de dimeşîyan  polîs ji nişka ve bi gazên bombeyî û bi copan êrîşî me kirin.  ji ber ku tedayî li xelkê hat kirin xelk jî mecbur ma ku xwe bipareze.Wiha xuya dike ku polîs berî niha amadehîya xwe ji vî tiştî re kiribû. Bi kurtasî em ji wan kesên polîsên ku ji vê bûyerê re bûne sedem gilîdar in. Divê di derheqê wan de lêpirsîn were kirin.”

Her wiha ji vê mudexeleya polîs re serokê Egîtîm Bîr-Senê ya şaxa Amedê Yûnûs Memîş jî bertekekê tund nîşan da.

Yûnûs Memîş di derbarê vê bûyerê de wiha got: “Me ji bo vê meşê ji cihên ku pêwîst bû destûr standibû. Em ê meşa xwe di nava aştîyê de ji devê derîyê Camîîya Mezin dabe dest pê kirin û heta Qada Şêx Seîd em ê meşîyabana.  Lê bele polîs ji me re bû asteng. Bi pêşanî devê camîîyê me hezrê nîv seatê sekinand. Nehiştin ku em meşa xwe li dar bixin. Me bi şiklekî xweşik ji wan re got ku divê em biçin Qada Şêx Seîd, lewra me temamê amadehîyên xwe li wê derê kiriye.  Me wisa ji wan re got , lê belê wan dîsan nehiştin ku em bimeşin û pişt re jî  ji nişka ve êrîşî me kirin.”

“Ez ê asteng bikim , de hayde hûn jî derbas bibin”

Memîş wiha axavtina xwe domand: “Min ji polîs re bi bîr anî ku her roj xeyrî qanûnî meş tên kirin lê hûn ji wan re nabin asteng. Gelo çi ma? Polîs bersiva vê pirsa min neda. Û got ku kirina vê meşê qedexe ye. Di wê navbirê de xelkê ku li hev civîyabû slogana ‘Herketa Îslamî nikare were astengkirin’ di hat avêtin. Ji ber vê siloganê Amîrê Polîsan Omer Farûk wiha got’ Ez ê asteng bikim , de hayde hûn jî derbas bibin.’ Piştî ku vî tiştî got me kir ku dest bi meşa xwe bikin hêj me gavek neavêtibû ku polîsan berikên plastîk li ser zarok, pîrek û pîran de reşandin. Her wiha êrîşa bi bombeyî jî li me hat kirin. Her wiha berê tifingên xwe jî dan li ser me. Em wan kesên ku bi vî awayî êrîş li ser xelkê kirin şermezar dikin.”

“Tiştê ku sîyonîst îsraîl li Filîstînîyan kir polîs jî li me kir”

Memîş wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê walîtîya Amedê wê daxuyanîya ku daye, berî kêlîke sererast bike. Em di derbarê van bûyeran de gilîdar in. Di deste me delîlên gelek eşkere hene. Tiştê ku sîyonîst îsraîl li Filîstînîyan kir polîs jî li me kir.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.