Di dibistanan de îro perwerdehî dest pê dike

Di dibistanan de îro perwerdehî dest pê dike

Ji 20 milyonî zêdetir xwendekarên ku di dibistanên girêdayê Wezareta Perwerdehî ya Netewî de dixweyînin, piştî tetîla 16 rojan ji dewra duyemîn a sala hînkirin û perwerdehîya 2023-2024an re îro dest pê kir.

20 milyon û 481 hezar xwendekar û 1 milyon û 178 mamoste ên ku di dibistanên girêdayê Wezareta Perwerdehî ya Netewî de ne, ji perwerdehîya sala 2023-2024an re di 11ê Îlona 2023yan de dest pê kiribûn.

Xwendekaran ji tetîla navberê ya ewil re di 13-17 Cotmehê de dest pê kiribûn û di 19ê Çileyê de qerneyên xwe standin û dest bi tetîla nîvê salê kirin.

Dewra duyemîn a sala 2023-2024an îro dest pê kir û ew ê di 14ê Hezîranê roja Înê de jî dawî bibe.

Tetîla navbera a dewra duyemîn jî wê di navbera 8-12 Nîsanê de be. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.