Di Doza Cafer Gîzliyî de bersûc wek şahid hatine guhdarkirin

Di Doza Cafer Gîzliyî de bersûc wek şahid hatine guhdarkirin

EDENE - Derket holê bersûcên ku Cafer Gîzliyî li navçeya Silîfka Mêrsînê qetilkirine wek şahid hatine guhdarkirin.

Derket holê bersûcên Cafer Gîzliyî ku li navçeya Silîfka Mêrsînê di kampa ku ji teref Midûrtiya Xizmet û Werzişê ya Ciwaniyê ve hatibû lidarxistin de qetilkiribûn wek şahid hatine guhdarkirin.

Ji Baroya Edenê parêzerê gilîker Mustafa Yavuz di derbarê Doza Cafer Gîzliyî de axivî. Yavuz diyar kir ku Gîzlî ji teref 10 kesan zêde ve hatiye qetilkirin. Lê wek bersûc bes Mehmet Duman girtiye. Her wiha digel dîmenan bes darizandina kesekî şaşomaşo ye.

Wekê ku tê zanîn niştina ewil a Doza Cafer Gîzliyî dê di 17ê Gulana 2016an de li Dadgeha Cezaya Giran a Silîfkê were dîtin.

 “Di kampê de propexendeya PKKê hat kirin lê kes dengê xwe ji vî yekê re dernexist”

Yavuz di derbarê mijarê de belav kir xwendekarên ku bûne şahidê bûyerê di derbarê êrîşê de zanyarî dane wan. Dûvre Yavuz axavtina xwe wiha domand: “Bûyer hêj dema ku xwendekar derketine rê dest pê kiriye. Him di rê de him jî di kampê de xwendekarê PKKyî hertim bi xwendekarên din re gengeşe kirine. Ji Êlih, Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt û Colemêrgê bi tevahî 280 xwendekar beşdarê kampê bûne. Lê tu kes li ser wan lêgerîn nekiriye. Ji xeynî vî yekê di kampê de hertim di derbarê PKKê de slogan hatine avêtin. Tu kes ji vî yekê re deng dernexistiye. Her wiha kesên ku ji Mêrdîn û Colemêrgê hatine hertim merşên PKKê xwendine û ji xwwendekarên ku ji Sûrê hatine re gotine ‘we çima Sûrê terk kiriye? Hûn xayînin.’”

 “Kesên êrîşker 10 kesin lê bes kesek hat girtin”

Yavuz destnîşan kir ku dîmenên qemerê ya dema cinayetê hene û cinayeta ku hatiye kirin ferdî nînin komî ye. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “Bersûc bes Mehmet Duman nînin. Gîzlî ji teref 10 kesan zêde ve bi kevir, kêr û çovan hatiye qetilkirin. Bes darizandina Mehmet Dûmanî çewtiyekê mezin e. Diyar e ku bes Duman berpirsyarê vî yekê nînin. Pêwîst e kesên ku dengê xwe ji vî êrîşê re dernexistine û pêşgiriya vî yekê nekirine werin darizandin.”

 “Kesên bersûc wek şahid hatin guhdarkirin”

Yavuz bal kişand ku di dîmenên qemereyê de êrîşker bi şiklekî baş tên dîtin û piştî cînayetê 10 kes hatine girtin. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derbarê êrîşa kevir, çov û kêrî de Mehmet Duman, Dogan Sayin, Ziyaettîn Kaya, Emrullah Taş, Dîlşat Duzen, Ozan Sayin, Firat Yunlu, Ensar Erîk, Kaycan Kayayê ehlê Colemêrgê û ciwanek din ê gumanbar hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna van ciwanan ji xeynî Mehmet Dumanî êyên din hatin serbestberdan.”

“Kesên êrîşkar berî  cinayetê ji bona çi bi mamosteyê bi navê Şerîf re hevdîtin kirin?”

Parêzer Yavuz ji îfadeya kesê ku bersûcê cinayetê ye, van agahiyan parve kir: “Ew kesê bersûc di îfadeya ku daye de diyar kiriye ew ji bona ku êrîşî koma Diyarbekirî bikin tevgeriyane û camên mêzela kesên ku Diyarbekirî tê de bûn bi kursî û cinahan şikinandine.Her wiha kesê Kayacan Kaya yê ku hatibû binçavkirin di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de îtîraf kiriye ew ji bona tolhildane tevgeriyane û berîya êrîşê ew bi mamosteyê bi navê Şefîk re hevdîtin kirine. Mirov ji van gotinan tenê fêm dike ku bi hestiyara tolhidanê hereket kirine û ev yek jî dide nîşandan ku ev cinayet bi şikleke plankirî hatiye kirin.”

 “Beriya cinayetê aşkere kirine ku ew ê Diyarbekiriyan bidin ber  kêran”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir mamosteyê bi navê Şerîf ê ku digel bi xwendevanan re hevdîtin kiriye xeber nedayê kesên rayedar ku ev yek jî di hişan de dibe sedema pirsinan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gor îfadeyên hinek kesên ku ji bûyerê re bûne şahid, Mehmet Dumanê ku cinayetê kiriye di nava koma Hekariyan de wiha bang kiriye ‘ Ez ê Diyarbekiriyan bidim ber kêran.’.Her wiha kesê bi navê Dîlşat Duzen jî di îfadeya ku daye dozgeriyê de diyar kiriye wan firçeyên di mêzelan de şikandine û wek daran amade kirine û îtîraf kiriye li ser wan wê rojê kêr jî heye. Di dema êrîşê de koma ku ji 15-20 kesan pêk dihat bi kêr û cinahan êrîşî Cafer Gîzlî û hevalên wî kirine. Bi qasî ku ji van îfadeyan jî tê fêmkirin armanca kesên êrîşkar kuştin e.”

 “Hinek kes bi nasnameyên hinek kesên din tevlî kampê bûne, lê tu kes deng ji vê yekê re nekirin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek kes bi nasnameyên hinek kesên din tevlî kampê bûne, lê deng ji vê yekê re nehatiye kirin ku ev yek jî tiştekî sosret e. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xortekî bi navê Ridvan Açar bi nasnameya ku aîdî Îbrahîm Duzen e ketiye kampê.Ji vê yekê re kesên rayedar deng deng nekirine. Bi heman awayî çend kesên weke vê jî hene. Ji bilî vê di kampê de marşên PKKê hatine gotin û propagandaya PKKê hatiye kirin ku ji vê yekê re jî tu kes nebûye asteng, ji zextên ku berîya cinayetê, li Diyarbekiryên hatine kirin jî nehatine astengkirin.Berî cinayetê nîqaş û levdan derketiye lê ji vê yekê polês nehatiye haydar kirin û xwestine li ser vê yekê bê girtin. Divê hurgiliyên van tiştan bên lêkolandin.”

Parêzer Yavuz diyar kir ew ê doza Cafer Gîzlî di 17ê Gulanê de li Sîlîfkeya Mêrsînê bê dîtin û wiha pê de çû: “Di doza Cafer Gîzlî de bersûcek tenê heye.Lê belê ji 10an zêdetir kes bi kêr û cinahan êrîşî Caferî kirin û ev cinayet pêk hat. Pêwîst  e kesên bersûc ên din jî di vê dozê de bên darizandin.”

Her weke ku ew ê bê bîran di 31ê Çileya  2016an de li Tesîsa 23ê Nîsanê ya Midûrtiya Bajêr a Werzîş û Xizmetên Ciwaniyê ya Mêrsînê  ji bona xwendevanan kampek hatibû vekirin ku di vê kampê de komek PKKyî êrîşî Cafer Gîzlî kiribû û wî qetil kiribûn.

Piştî cinayeta ku hatibû kirin îhmalkariyên kesên rayedar ên li kampê û provekekirina hinek mamosteyên li kampê hatibû rojevê.Her wiha hat hînbûn ku di dozê de tenê kesekî bersûc tê darizandin ku ev yek jî di raya giştî dibe sedema vê pirse “Gelo tê xwestin li ser cinayetê bê girtin.”(ÎLKHA)

 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.