Di doza îşxala AKOMê de ji 5 kesan re muebbet
Ji 17 leşkerên ku bi îddîaya îşxalkirina AKOMê tên darizandin ji 5 leşkeran re cezaya hepsa muebbet hat dayîn.
Ji 5 leşkerên ku bi îddîaya di dema teşebûsa darbê ya FETO de bi îşxalkirina AKOMê tên darizandin re cezaya muebbet a girankirî û ji her yekî ji wan re 41 sal ceza hat dayîn.
Navên leşkerên ku ji wan re cezaya muebbetê hatiye dayîn wisa ne: Mustafa Kubîlay, Ramazan Dervîş, Levent Aksoy, Mehmet Fatîh Guven û Hakan Izhan.
Hat ragihandin derbarê van 5 kesan de ji bilî îşxala AKOMê her wisa ji sûcên ji malê kamûyê re zirar dayîn û ji kuştina 6 kesan ji her yek ji wan re 41 sal ceza hatiye dayîn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.