Di edaletê de îstîsna tune ye, ger hebe dê zilm bê kirin

Di edaletê de îstîsna tune ye, ger hebe dê zilm bê kirin

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê serbestberdana Enîs Berberoglu de nirxandinankir, destnîşan kir “Îstîsnaya edaletê çênabe! Ger çêbibe dê zilm çêbibe.”

Parlementerê CHPê yê Stenbolê Enîs Berberogluyê ku berî niha derbarê wî de ji ber sûcên “casûstîya leşkerî an jî siyasal” jê re ceza hatibû dayîn û di girtîgehê de dihat girtin, berî vê 2 rojan ji teref Dadgeha Bilind ve derbarê wî de qerara tehlîyê hat dayîn û hat serbestberdan.

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê serbestberdana Enîs Berberoglu de daxuyanî da û diyar kir “Ger heqek bo parlementerîyê an jî bo tiştekî din ji yekî re bê dayîn û ger ev heq ji hinek kesên din re neyê dayîn wê çaxê tê famkirin ku di warê edaletê de serî li îstîstanayê tê dayîn! Di edaletê de îstîsna tune ye.Ger çêbibe dê zilm çêbibe. Bi zilmê tu nikarî bigihîjê tu derî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.