Di encama êrîşa ku li Kampa Penaberan a Neyrebê hat kirin de 10 Filistînî şehîd bûn

Di encama êrîşa ku li Kampa Penaberan a Neyrebê hat kirin de 10 Filistînî şehîd bûn

Li Kampa Penaberan a Neyrebê ya li Helebê di dema fitarê de ji ber mûşekên ku hatin avêtin 10 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Kampa Penaberan a Neyrebê ya li Helebê di dema fitarê de ji ber mûşekên ku hatin avêtin 10 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 30 Filistînî jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku ji teref UNRWAyê ve hatine belavkirin di şeva 14ê Gûlanê di wextê fitarê de bi mûşekan êrîş li li Kampa Penaberan a Neyrebê ya li Helebê hast kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 10 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 30 Filistînî jî birîndar bûn.

Kampa Neyrebê 13 kîlometreyan dûrî Helebê ye û exlebe penaberên Filistînî lê dijîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler