1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Di êrîşên ku li Diyarbekirê hatin kirin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên ku li Diyarbekirê hatin kirin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên ku li Diyarbekirê hatin kirin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan

DİYARBEKİR - Di êrîşên ku li navçeyên Bismil û Licêya Diyarbekirê hatin kirin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan û 3 esker jî birîndar bûn.

A+A-

Di êrîşa ku li navçeya Licêya Diyarbekirê hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û 3 esker jî birîndar bûn. Di êrîşa çekdarî ya ku li navçeya Bismila Diyarbekirê hat kirin de jî çawîşekî pîspor jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşa ku li navçeya Licêya Diyarbekirê hat kirin de 4 esker birîndar bûn. Eskereke ku di êrîşê de birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Xebera êrîşeke din jî ji Bismilê hat. Di êrîşa çekdarî ya ku li navçeya Bismila Diyarbekirê hat kirin de jî çawîşekî pîspor jiyana xwe ji dest da.Êrîş li çawîşekî pîspor ê ku li sîteyên Başakşehîra ku 5 kîlometre ji navçê dûr e  rûdinişt hat kirin.

Li her du navçeyan jî operasyon hatin destpêkirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.