Di êrîşên siyonîstan de 4 Filistînîyên din jî şehîd bûn
Siyonîstên terorîstêrîşî Filistînîyan kir, di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 4 Filistînî şehîd bûn.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst li Ramalllah, Xazze û Qudsê êrîşî Mislimanên Filistînî kirin. Di encama êrîşên ku hatin lidarxistin de 4 Filistînî şehîd bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergitin doh êvarî siyonîstên terorîst li Ramallahê di ser gundê bi navê Beyt Rîmayê de girtin û xortê bi navê Muhammed Er-Rawî şehîd kirin.
Doh li nêzî xeta Xezzê Filistînî xwepêşan li dar dixistin ku siyonîstan êrîşî xwepêşandaran kirin. Di encama vê êrîşê de jî 2 Filistînî şehîd bûn û 46 Filistînî jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin li nêzî Babul-Amûda Qudsê jî xortekî Filistînî bi îddîaya ku çalakîya bi kêr li dar xistiye ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin.
Di nabeyna 24 seatan de tevde 6 Filistînî ji teref siyonîstan ve hatin şehîdkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.