Di heyama darbeyê de li herêmê piştî ku HUDA PAR daket kolanan gel jî derket

Di heyama darbeyê de li herêmê piştî ku HUDA PAR daket kolanan gel jî derket

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yilmaz, îfade kir ku di heyama darbeyê de HUDA PAR di sefa herî pêş de li hember darbeyê li berxwe da û wiha got “Meriv dikarin vê bibêjin li herêmê piştî ku HUDA PAR derket kolanan gel jî derket.”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz darbeya 15 Tîrmehê, heyama darbeyê û tiştên piştî darbeyê qewimîn de ji Ajanasa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) re peyîvî.

Yilmaz, di berdewama axavtina xwe îfade kir ku di têkvebirina darbeyê de rola HUDA PARê zêde ye û destnîşan kir ku berîya heyama darbeya 15 Tîrmehê, wan her tim hikûmet li hember FETO hîşyar dikir û wan bi xwe ji serokwezîrê wê çaxê birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re vê yekê gotine. Yilmaz îfade kir ku lazim e tiştên hikûmet ewil bike divê tesîskirina edaletê be.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz pirsên ÎLKHAyê wiha bersivand:

Hûn çawa bi teşebusa darbeya 15ê Tîrmehê hesîyan?

Di şeva darbeyê de hevalekî ji çapemenîyê li min gerîya û got televîzyonê veke. Dema me televîzyon vekir me dît ku Pira Bogazê hatîye girtin. Digel teşebusa darbeyê ne eşkerebû jî li ser malpera medyaya civakî nîşanên teşebuseke darbeyê hebû. Digel temamê darbeyan piştî nîvê şevê şûnde tê kirin jî paşî me fêm kir ku ev darbeya ji ber bûyeran zû hatîye destpêkirin.

“Me ji temamê hevalên xwe xwestin ku li hember darbeyê derkevin kolanan û li hember darbeyê bisekinin”

Piştî we fêm kir ev darbe ye, we wek partîyê we çikir, tewra we çawa bû?

Em bi hevalên xwe yên rêvebirên partîyê re ketin têkiliyê. Me got ev teşebuseke darbeyê ye û divê em wek partîyê tewra xwe net eşkere bikin. Berîya Serokomar beyanatê bide, min li ser malpera medyaya civakî daxuyanî da û min got ev teşebusa darbeyê ye. Min got darbe li îrade gel sabotaj e û di rêveberîyên darbeyan de îrade û azadîya welatîyan tê xistin bin îpotekê, ji ber vê yekê divê em tev li hember vê darbeyê bisekin in û berxwedan bikin. Min ev yek bi hevalên xwe re jî parve kir. Min twîtek avêt û min xwest temamê hevalên me derkevin kolanan û li hember darbeyê bisekinin. Alîkarên Serokê me yê Giştî jî li ser malpera medyaya civakî temamê dildar û partîvanên me dawetî kolanan kirin.

“Li herêmê piştî HUDA PAR derket kolanan gel jî derket”

Di têkvebirina teşebusa darbeyê de û derketina welatîyan ya kolanan de bandora vê biryara wê çêbû gelo?

Di wê şevê de temamê dildar û partîvanên me daketin kolanan. Meriv dikarin vê bibêjin piştî teşkîlatê HUDA PARê li (Diyarbekirê) daket kolanan teşkîlata AK Partîyê û gel jî cesaret girt û xwe berdan kolanan. Bi vî awayî hestyarîyek çêbû. Hevalên me wê şevê bi çavê mirinê daketin kolanan. Nizanîbûn dê darbeyê bi encam bibe an jî dê têkve biçe daketin kolanan. Ji bo mesleheta gel û pêşeroja welêt û ji bo darbeyên wisa careke din neyên kirin, me tewra xwe rasterast eşkere kir. Hemd ji Xwedê re em di vî warî de jî bi ser ketin. Em dikarin vê bibêjin di heyama darbeyê de li herêmê piştî HUDA PAR daket kolanan gel jî derket qadan. Hevalên me gotin, ‘Em li hember vê darbeyê nin, em jî hen in û em piştgirîya darbeyê nakin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.