Di lehîya Kenyayê de hejmara mirîyan derket 169an

Di lehîya Kenyayê de hejmara mirîyan derket 169an

Li Kenyayê di encama lehîyên ku ji ber baranên zêde çebû de 169 kes mirin.

Di daxuyaniya ku ji teref hikûmeta Kenyayê ve hat kirin de hat ragihandin ku, hejmara kesên di lehiya ku ji ber barana zêde ya ku ev nêzî 2 hefte ne didome de jiyana xwe ji dest dan derket 169an û 91 kes jî winda ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku paytext Naîrobî jî bandor dîtîye û hin rê hatine girtin û ji ber barana zêde û lehiyê ku dewam dike li seranserê welêt zêdeyî 200 hezar kes mexdûr bûne.

Hat destnîşankirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo kesên ku ji ber lehiyê mexdûr bûne dewam dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.