Di lêpirsîna derbarê facîaya penaberan de 11 kes hatin girtin
Di bergeha lêpirsîna ku derbarê qezaya trafîkê ya ku li Menderesa Îzmîrê pêk hat û tê de 23 koçber jiyana xwe ji dest dan de hatibû destpêkirin de11 kes hatin girtin.
Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna ku derbarê qezaya trafîkê ya ku li Menderesa Îzmîrê pêk hat û tê de 23 koçber jiyana xwe ji dest dan de hatibû destpêkirin de 11 kes hatin girtin û kesek jî bi şerta kontrola edlî hat berdan.
Di qezaya ku li Menderesa Îzmîrê pêk hatibû de kamyoneta ku koçberan vediguhast ketibû qanala avê û 23 koçberên ku di nav de pîrek û zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji 12 kesên ku di bergeha lêpirsînê de hatibûn binçavkirin tevde 11 kes “bi şikleke rêxistinî kirina qeçaxvantîya însanan” hatin girtin û kesek jî bi şerta kontrola edlî hat berdan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.