Di Meşa Vegerê ya Mezin de heta niha 305 kes şehîd û 17 hezar kes jî birîndar bûn
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê destnîşan kir, di Meşa Vegerê ya Mezin de heta niha 305 kes şehîd û 17 hezar kes jî birîndar bûn.
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hat destnîşankirin, di Meşa Vegerê ya Mezin de ji ber êrîşên siyonîstên terorîst heta niha 305 Filistînî şehîd û 17 hezar kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ji kesên ku şehîd bûne 59 zarok û 10 jî pîrek in. Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji kesên ku birîndar bûne 3 hezar û 565 kes zarok û hezar û 164 kes jî pîrek in.
Tê diyarkirin rewşa 564 birîndaran giran e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.