Di Mizgefta Hz Suleyman û 27 Sehabiyan de nimêja sibê

Di Mizgefta Hz Suleyman û 27 Sehabiyan de nimêja sibê

DİYARBEKİR - Exlebê gelê Diyarbekirê dixwaze ku ji bo nimêja sibê biçe Mizgefta Hz Suleyman û 27 Sehabiyan.

Li Diyarbekirê gelê navçeya Sûrê ji bo nimêja sibê bi taybet zêdetir Mizgefta Hz Suleyman û 27 Sehabiyan tercîh dike.

Di serî de navçeya Sûrê; ji navçeyên Yenîşehîr, Baglar û Kayapinarê gel tê ku di Mizgefta Hz Suleyman û 27 Sehabiyan de nimêja sibê bike. Beriya nimêjê cemaet beşdarê muqabeleyê dibe. Melayê Mizgefta Hz Suleyman û 27 Sehabiyan Omer Kirmiziçîçek diyar kir ji ber ku Sehabî li vir definkirî ne gel zêdetir dixwaze ku li vir nimêja sibê bikin.

Kirmiziçîçek bal kişand ku atmosfera menewiyatê ya di Meha Remezanê de zêdetir e. Dûvre Kirmiziçîçek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelê Diyarbekirê ji derên dûr ji bo nimêja sibê tê vira. Di Meha Remezanê de atmosfera manewî digêhêje asta herî bilind. Li vir em beriya nimêja sibê wek muqabele Qur’an dixwînin. Em hinek ayetan tercûme dikin. Piştî nimêja sibê herkes bela dibe.”

 “Em bibin yek, em ji îxtîlafan dûr bisekinin”

Kirmiziçîçek bal kişand ku piştî şerê herêmê roj bi roj jimara cemaeta wî zêde bûye. Dûvre Kirmiziçîçek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Diyarbekir bajarek kevnar e. Diyarê Mislimanan e. Piştî hatina vir ên ku Pêxemberê me dîtine li vir dînê Îslamê belav bûye. Em dixwazin vî yekê ji gelê bajarê re bibêjin; ‘Em rêya ecdadên xwe ji bîr nekin. Em ji rêça wan dûr nekevin û em bibin yek, em ji îxtîlafan dûr bisekinin.”

Azîz Alabalikê ku bi 3 qîzên xwe re hatibû mizgeftê ragihand dema ku tê Mizgefta Hz Suleyman û 27 Sehabiyan pir şad û kêfxweş dibe.

Bayram Erogluyê (22) ku ji zaroktiya xwe pê ve hertim tê Mizgefta Hz Suleyman û 27 Sehabiyan wiha axivî: “Ji ber ku ez li vir dijîm ez ji zaroktiya xwe pê ve hertim têm Mizgefta Hz Suleyman û 27 Sehabiyan. Di Remezan, îd û rojên taybet de em tên vir. Diyarbekir bajarê Sehabiyan e. Ev mizgefta ecdad, kal û bavê me ye.” (ÎLKHA)

 























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.