“Di pêvajoya asêkirina Mustazaf-Derê de neheqî hat kirin"

“Di pêvajoya asêkirina Mustazaf-Derê de neheqî hat kirin"

DİYARBEKİR - Ji ber 4emîn sal a salwegera asêkirina Mustazaf-Derê ji parêzerên dozê Abdulganî Orhan nirxandin kir. Orhan qal kir ku êrîş û hezmkirin li dijî komelê dihat kirin û delîlekî binpêkirina hiqûqê ya li Tirkiyeyê jî Dosyaya Mustazaf-Derê ye.

Ev bû 4 sal ku Komeleya Piştgiriya bi Mustez’efan re (11 Mayis 2012) ji teref Dadgeha bilind ve hatiye asêkirin. Ji parêzerên dozê Abdulganî Orhanê ku ji ÎLKHAyê re axavtin kir diyar kir ku ev biryara di derbarê komelê de hatiye dayîn şaşomaşo ye.

Orhan destnîşan kir ku Mustazaf-Der ji aliyekî ve dûçarê êrîşên PKKê bûbû û ji aliyekî ve jî ji teref hêzên tarî yên di nav ewlehiyê de ve wek hedef hatibû girtin. Her wiha Orhan destnîşan kir delîlekî binpêkirina hiqûqê ya li Tirkiyeyê jî ew e ku Mustazaf-Der hatiye asêkrin.

Orhan bal kişand ku Mustazaf-Der bi karûbarên xwe ji teref gel ve dihat pesnanandin. Orhan belav kir ku komele Îslamê ji xwe re referans girtibû û komele Tirk, Kurd, Ereb her kesî di bin sîwana xwe de dihewand. Ji ber vî yekê asêkirina vî komelê cezadayîna gel e.

Orhan diyar kir ku ev komele ji ber karûbarên xwe bûbû hedefa PKKyiyan. Her tim ji teref PKKyiyan ve êrîş li vî komelê û şaxên wî dihat kirin. Orhan di axavtina xwe de diyar kir ku ev êrîş 2 sal domiye û PKKyiyên ku di çarçova vî êrîşê de jî hatine girtin dûvre hatine serbestberdan.

 “PKKyiyên ku di çarçova van êrîşan de hatin girtin dûbare hatin serbestberdan”

Orhan belav kir ku bê navber 2 sal êrîş li komele û şaxiyên komelê hatiye kirin. Dûvre Orhan axavtina xwe wiha domand: “Ji sala 2006an pê ve di serî de li herêmê di gelemperê Tirkiyî de ji teref PKKê ve êrîşên wek kevir û molotofî li Saziyên Civakî yên Siwîl dihat kirin. Bi taybet ev êrîş li Herêma Behra Spî li derên wek Edene, Mêrsîn û Tarsusê zêdetir bûbûn. Ev êrîş 2 sal domîbû. Hemî şaxên Mustazaf-Derê bûbûn hedef. Di derbarê êrîkeran de heta niha tu doz nehat vekirin. Heta êrîşkerên ku êrîş li Mustazaf-Dera Şaxa Edenê kiribûn bi amûrên ku êrîşkiribûn re hatibûn girtin û wan êrîşkeran teslîmê polêsan kiribûn. Lê hatibû diyarkirin ku ev kes ji deriya dadgehê ya piştê ve hatibûn serbestberdan. Di derbarê van kesan de tu ceza nehat dayîn. Ev êrîşên ku ji teref PKKyiyan ve li komelê hatibû kirin qedr û qîmeta komelê zêdetir kiribû.”

Orhan diyar kir ku Mustazaf-Der ji aliyekî ve dûçarê êrîşên PKKê bûbû û ji aliyekî ve ji ji teref hêzên tarî yên di nav ewlehiyê de ve operasyon li komelê û nûnerên komelê wek qumpas hatiye kirin.

Bi tevahî 431 dildar û nûnerên komeleya ku karûbarên xwe bi şiklekî qanûnî bi rêve dibira hatin darizandin

Orhan bal kişand ku li komel û endamên komelê operasyon hatiye kirin û ev operasyon heta 2010an domiye. Dûvre Orhan wiha pêde çû: “Bi sergirtinan hewl dan ku zorî li STKyan bikin. Gor tespîtên me bi van operasyonan 431 kes hatin darizandin û cezayên cûr bi cûr sitandin. Ev kes hemî ji lijneya rêvebirê ya komelê û kesên ku bername tertîb kirine bûn. Hincetên ku wek sûc dihatin hesibandin ji teref hiqûqê ve dihatin redkirin.”

Di pêvajoya doza asêkirinê de neheqî hatin kirin

Orhan wiha pêde çû: “Di 4ê Çileya Paşîn a 2008an de li Komeleya Mustazaf-Derê ya Şaxa Qonyayê operasyon hat lidarxistin. Di bergeha operasyonên ku wek navend li Qonyayê hat kirin de di serî de endamên lijneya rêvebirê ya Mustazaf-Derê bi tevahî dosyayekî 53 kesî hat amadekirin. Di bergeha lêpirsînê de dadgeha li Edenê dûvre ji bo ku darizandin bike hat guhertin. Ji ber lêpirsîna Mustazaf-Derê dadgeh ji dadgeha Diyarbekirê daxwaz kir ku bila ev biyar were feshkirin. Dozgeriya Diyarbekirê jî di nav meha tebaxê de idîanameya xwe amade kir. Di encama vî yekê de doza asêkrina Mutazaf-Derê destpê kir.”

 “Gelo bi asêkirina Mustazaf-Derê armanca xwe birin serî? Armanc çi bû?”

Orhan ragihand ku ji bo Mustazaf-Der û dildarên wî hiqûq tune. Her wiha Orhan diyar kir ku ji hezar bernameyan zêde fealiyetên komelê hebû. Ji van fealiyetan yekê wî jî bê destûr nehatibû lidarxistin. dûvre Parêzer Abdulganî Orhan axavtina xwe wiha domand: “Di bernameyên ku bi destûr hatine lidarxistin de tu gengeşe û tûndî çênebûye. Di derhaqê rêxistinekî de dîmenî slogan û tiştên weê van nehatiye dîtin. delîlekî binpêkirina hiqûqê ya li Tirkiyeyê jî ew e ku Mustazaf-Der hatiye asêkrin. Me di sala 2012an de serî li Dadgeha Mafên Însanan a Ewrûpayê da. Hêj jî encama serîlêdanê nehatiye bersivandin. Ez bawer im ku wekê partiya Xoce Erbakan dê dosya bi şûn da vegere û dûvre dê hemî mafên komeleya ku hatiye asêkirin were dayîn. Gelo hewce ji vî yekê re hebû? Gelo bi asêkirina Mustazaf-Derê armanca xwe birin serî? Armanc çi bû?”

Piştî ku Mustazaf-Der hat asêkirin komele wek Tevgera Mustez’efan rêya xwe meşand. Dûvre jî tevger HUDA PARê damezrand û bi vî yekê re jî qada fealiyet û karûbarên tevgerê berfirehtir bû.

Piştî ku Mustazaf-Der hat asêkirin wek bertek li Qada Îstasyona Diyarbekirê bi navê ‘Mîtînga Wefaya Sozê’ hatibû lidarxistin û bi sed hezaran kes beşdarê vî bernamê bûbûn. Serokê Giştî yê Mustazaf-Derê Huseyîn Yilmaz di mîtîngê de axivîbû û wek axavtin diyar kiribû ku dê ew wek komle dest bi saziyekî nû ya siyasî bike û navê vî saziyê jî Tevgera Mustez’efan e.

Yilmaz wê rojê wiha axivîbû: “Ji bo ku gelê me ji zextê xilas bibe, baweriya xwe bi şiklekî azadane bijî, her cûr astengiyên beriya beriya Îslamê were rakirin, biratî û aşitya civakî ya ku xirab bûye ji nû ve were tesîskirin, pêşveçûna gel, çareserkirina pirsgirêka Kurdan a di bingeha edalet û biratiyê de dê em xebatekê çêtir û zêdetir bidomînin. Êm dê zêdetir bi pirsgirêkên gel re têkildar bibin. Em dê bibin dengê gelê me yê mezlûm, belengaz û mustez’ef. Xweda Tevgera Mustez’efan bike wesîla xêran.”

Yilmaz destnîşan kiribû ku komele ji teref hêzên mehelî û neteweyî ve wek hedef hatiye girtin. Dûvre Yilmaz sedemên asêkirina komelê wiha dabû rêzê: “Ji ber ku em xwedî li peyama Hz Huseyîn a ku li Kerbelayê li dijî zaliman qiyam kiribû derketine û ji ber ku em ji zilmê razî nebûn komeleya me hat asêkirin. Ji ber ku em xwedî li peyama Selehaddînê Eyyûbî derketin û em her tim cem gelê Filîstînê bûn komeleya me hat asêkirin.

Ji ber ku em xwedî li doza Şehîd Şêx Se’îd û hevalên wî yên ku dûçarê zilma Mehkemeyên Îstîqlalê û hişmendiya wî bûbûn derketin komeleya me hat asêkirin. Ji ber ku em xwedî li Bedîuzeman Se’îdê Nûrsî yê ku jiyana xwe di zindan û mişextê de derbas kiribû derketin komeleya me hat asêkirin.

Ji ber ku em dijî dejenerekirina gelê Kurd ê belengaz û mezlûm bûn û înkara ku dihat kirin bûn û her wiha ji ber ku me hewl dida van pirsgirêkan di bingeha îslamê ya çarçova edalet û biratiyê de çareser bikin komeleya me hat asêkirin. Ji ber me di serî de qetlîama Helebçê gelê mezlûm û belengaz ê her derê cîhanê ya ku bi şiklekî wehşiyane hatiye qetilkirin şermezar kiriye komeleya me hatiye asêkirin. Ji ber ku em li dijî êrîşên ku li Qur’ana Pîroz û Hz Muhemmed hatiye kirin bûn komeleya me hat asêkirin. Ji ber ku me evîndariya Hz Muhemmed (sxl) li qadan belav kir komeleya me hat asêkirin.

Ji ber ku me navê Xwedê Teala bilind kir û bi Laîlahe Îllallah Muhemmedun Resulallah textên zalim, taxut û zordariyan hejand û Kurdên Misliman li dorê evîndariya Hz Muhemmed (as) civand û ji berk u em xwedî li nasname, baweriya gelê xwe derketin Komeleya me hat asêkirin." (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler