Di Qandîla Regayîbê de mizgeft tije bûn

Di Qandîla Regayîbê de mizgeft tije bûn

Bi minasebeta serê sê mehan û Qendîla Regayibê temamê mizgeftan hatin dagirtin.

Qendîla ku wekî mizgîna serê sê meha tê qebûlkirin Qendîla Regayibê li temamê alema Îslamê û li Entabê bi kêf û coş hat pîrozkirin û mizgeft hatin dagirtin. Li mizheftan Qur’ana Pîroz, Mewlûda Şerîf, dia û îbadet hatin kirin û ji bo zilmên li ser erdingarîya Îslamê bi dawî bibe dest hatin vekirin û daxwaz û rica hatin kirin.

Ji ber ku Qendîla Regayibê wek serê sêmehan tê qebûlkir welatîyan ji saetên êvarê pê de çûn mizgeftan û şeva xwe bi îbadet derbas kirin. Qendîla Regayibê bi meha Recebê destpê dike, bi meha Şaban ê dewam deke û bi meha Rezamanê bi dawî bibe li bajêr bi gelek bernameyan hate îhyakirin.

Gelê Entabê ji bo Qendîla Regayibê îdrak bikin di serî de çûn Mizgefta Mezin û yên din. Ji 7a heta 70ê yî pîrek û zilaman mizgeft dagirtin û şeva xwe bi dia û nimêjê derbas kirin.

Bi sedem Qendîlê cîh di mizgeftan de nema û welatîyan li hewşa mizgeftan xalî raxistin û li wir îbadet kirin.

Bi sedem Qendîla Regayibê li Mizgefta Mezin bernameya qendîlê het tertîbkirin. Welatîyên ku dixwestn vê şeva mibarek li Mizgefta Mezin îdraq bikin çûn camiyê. Welatîyan teva nimêja îşa bi hevre bi cemaetî kirin û dû re Miftîyê Navçeya Şahînbeyê Mûsa Îmamoglû li ser girîngîya şevê sohbetek kir û welatîyan li wî guhdarî kirin.

Miftî Îmamoglû, îfade kiri ku sê meh û qendîl ji bo me firsende û wiha got: “Xwedayê me ji bo me firsendeke mezin pêşkê kiriye. Mewsîmeke wek sê mehan derxistiye pêşîya me. Xwedayê me ji me re dibêje ‘Ey evdên min! Avayê ji were firsend, li xwe vegerin û xwe rast bikin û li ser rêya rast bimînin’. Vaye me di meha Recebê de xweşîyek wisa girtin. Bi îzna Xwedê em di van sê mehanan de li xwe vegerin û heta em bimrin emê li ser rêya rast bimînin. Di vê em di van sê mehana de nefsa xwe bikşînin hîsabê û mihaseba nefsa xwe bikin.  

Piştî axaftina miftî kesan hatin mizgeftê teva bi hevre destê xwe vekirin û dia kirin. Di bernameyê de Hafiz Quranan Quran û îlahî xwendin. Bernameya bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir bi xwendina Mewlûda Şerîf dewam kiri û bi diayê bi dawî bû.

Piştî bernameyê welatîyan hêst û ramanên xwe bi nûçegîhanê ÎLKHAyê re parve kir û îfade kirin ku ew hêvî dikin ku bi hurmeta vê şevê wê xunên li ser erdingarîya Îslamê diherikin wê bi dawî bibe.

Ji cemaeta mizgeftê Halîl Ersoy îfade kir ku ew şahîya gîhaştina sê mehan dijîn û wiha got: “Îşev şeva mibarek ya Qendîla Regayibê ye. Ji temamê însanîyetê re bi xêr û pîroz be. Em îşev ji bo îbadetê hatin Mizgefta Mezin. Me li vir ji bo temamê însanîyetê dia kirin. Divê temamê Mislimanan vê şevê bi awakî herî xweş îdraq bikin.”

Kadrî Kaya û Gurcu Kaya yên ku wek malbat hatibûn mizgeftê wiha gotin: “Em hêvî dikin ku ve şeva dê ji bo erdingarîya Îslamê bibe sedema xêran. Lazim e em ji bo alema Îslamê û ji bo xwe zaf zaf dia bikin. Divê em vê şevê nimêj bikin u Qurana Pîroz bixweynîn. Ji bo zarokên me jî hîn bibin me ew jî anîn mizgeftê.”

Bedîrhan Kaya jî wiha got: “Ez qendîla temamê Mislimanan pîroz dikim. Ez û dê û bavê xwe ji bo em nimêj bikin em hatin mizgeft ê. Ezê ji temamê Mislimanan re dia bikim. Ez dixwazim temamê Mislimanan vê şevê bi awakê herî xweş derbas bikin.”

Neşe Papatya, jî îfade kir ku ew hêvî dike ku ev sê mehan ji alema Îslamê re xêran bîne û wiha got: “ Divê vê şevê temamê Mislimanan îbadet bikin. Bi vê wesîleyê ez qendîla herkes pîroz dikim. Divê em vê şevê bi kirina nimêj û xwendina Qurana Pîroz û bi xwestina ef û mexfîretê derbas bikin. Ev şevên wisa ji bo me Mislimanan firsende. Ji ber vê yekê divê em xweş derbas bikin.”

Îbrahîm Maraşli û Bayram Koç jî qendîla temamê Mislimana pîroz kirin û xwestin ku ji alema Îslam re bibe wesîleya xêran.

ÎLKHA










































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.