“Di serê wan camîayên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin de Hîzbullah heye

“Di serê wan camîayên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin de Hîzbullah heye

Parêzer Îdrîs Yapiciogluyê ku diyar kir di serê wan camîayên ku ji teref FETO ve zilm li wan hatine kirin û hatine mexdûrkirin de Hîzbullah heye, destnîşan kirdivê mexdûrîyeta mehkûmên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin bê çareserkirin.

“Di serê wan camîayên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin de Hîzbullah heye”

Parêzer Yapicioglu di nirxandina ku derbarê mijarê kir de destnîşan kir FETO di salên 90î de kî ji xwe re asteng didît hewl dida wî ji holê rabike. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “FETO di darazê de gelekî zêde çalak û xwedî gotinê bû. Em niha dibînin ku wê demê li ser dosyayan gelekî zêde leystine, delîl ji holê rakirine, tiştên ku tunebûn wek hebûn nîşan dane û wek sûc nîşan dane. Bi heman awayî di milên wan ên hakim û dozger de jî neheqî û bêhiqûqî hatine kirin, dîsa di ewlehîyê de bi destê polêsan jî gelek tişt hatine kirin. Elbet dibê ev dosya bên ji nû ve bên nirxandin. Di serê wan camîayên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin de Hîzbullah heye. Hemû kesî bi şiklekî mexdûr kirine. Li dijî hemû kesên ku li gor wan dê derkevin pêşîya wan tewessûlî van rêyan kirine da ku wan ji ber xwe bidin alî. Ev agahî îro ji teref raya giştî ve hat hînbûn û derket holê. Halbûkî me vê yekê ne niha ji roja ku neheqî pêk dihatin ve  dizanibûn, lê belê me nikaribû dengê xwe bi kesekî bidin sehandin.”

“Kesên ji ber ku bi FETO re micadele kirine ev 20 sal in ku di girtîgehê de tên girtin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku  ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ne efûyê, darizandina ji nû ve teleb dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji hinek însanên ku di 15ê Tîrmehê de derketin derve û li dijî wan micadele kirin birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan û seqet man. Ji wan kesên ku bi FETO re micadele kirin û hatin qetilkirin re statuya şehîdîyê hat dayîn û ji kesên ku birîndar bûn re jî statuya xazîbûnê hat dayîn.  Baş e, ji van kesan re ev statu hat dayîn; baş e, ew ê rewşa wan kesên ku hêj rûyê rastî ê FETO nedihat zanîn û pê re micadele dikirin çawa bibe? Ew kesên ku ji teref FETO ve wek tehdîd dihatin dîtin û hatin qetilkirin û hatin avêtin zindanan bûn  xwedîyê statuyeke çawa? Ev însan an hatin kuştin an jî bedenên wan bi xwe jî nehatin dîtin û an jî ji wan re terorîst hat gotin û hatin avêtin zindanan. Mixabin ev rastî her tim li ber çavan nayên girtin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler