Di şewata ku derket de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan

Di şewata ku derket de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan

Li Sîwereka Rihayê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di malekê de şewat derket. Di şewata ku derket de 3 zarokên ku ji ber dû bi jehrê ketin jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin şewat di mala li taxa Karacadaxa ku 40 kîlometre ji navçê dûr e derketiye û mal aîdî Hecî Menek e û li ser banê xanî ax e.

Hecî Menek û xanima  wî di derdora seat 05.30an de ji bo bixebitin  çûn nav erd. Dema ku ew çûn xebatê zarokên wan di hundir de radizan û ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di mal de şewat derket.  Kesên derdorê yên ku şewatê dîtin bang li îtfayê kirin û hewildan bi qasî qeweta xwe mudaxeleyî êgir bikin.

Welatiyên ku ji ber dû nikaribûn mudaxeleyî êgir bikin bi zorê ketin nava malê û zarokên ku ji ber dû bi jehrê ketine rakirin nexweşxanê. 3 zarokên bi navê Bedriye (3), Mustafa (2) û Ahmet Menek (6 mehî) yên ku ji ber şewatê bi jehrê ketine  digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.

Celal Çelîkê ku ji şewatê re bûbû şahid di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku ew nikarinbûn zarokan xelas bikin mehzûn in û wiha axivî: “ Me dît ku dû bi ser malê dikeve.Pîrika zarokan li kêlekê  çêlekan didot. Me camê şikand û me hewil da têkevin hundir. Lê ji ber dû em nikaribûn bikevin hûndir. Em li dora malê çûn û hatin lê em nikaribûn bikevin hundir.”

ÎLKHA

























HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.