Di teqînê de dê û bebeka xwe jî birîndar bûn

Di teqînê de dê û bebeka xwe jî birîndar bûn

DİYARBEKİR - Di êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê li dijî polêsan hat kirin de dê û bebeka xwe jî birîndar bûn.

Di êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê li dijî polêsan hat kirin de dê Dîdem Çolak û bebeka wê ya bi navê Zeynep Lorîn Çolak  yên ku di dema teqînê de li bexçeyê çayê bûn jî birîndar bûn.

Her weke ku tê zanîn duh li Diyarbekirê li dijî polêsan êrîşa bombeyî hat lidarxistin ku di vê êrîşê de pîrekek û bebeka wê jî birîndar bûn. Dîdem Çolak û qîza wê ya bi navê Zeynep Lorîn Çolak ên ku di dema êrîşê de li bexçeyeke çay rûdiniştin birîndar bûn. Hat hînbûn dê û bebeka wê  bi perçeyên camên ku ji ber tesîra teqînê şikestibûn birîndar bûne.

Dê û bebeka wê yên ku birîndar bûbûn ji ber ku di ambûlansan de cî nema ji teref hemwelatiyên derdorê ve ji nexweşxanê re hatin rakirin û li wê derê hatin tedawîkirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.