Di teqînên Kerkûkê de 23 kes mirin

Di teqînên Kerkûkê de 23 kes mirin

General Xetab Umer ji BasNewsê re got: ‘’Xwekujekî bi otomobîlekê bombekirî xwe bi bazgehê taxa yek a Hezîranê de teqand û di encam de 23 kesan canê xwe ji dest dan û 12 jî birîndar bûn.’‘

Derbarê teqînên doh ên Kerkûkê de çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji BasNewsê re got: ‘’Doh otomobîleke tejî teqemenî dema xwest bikeve nav bazgehekê Hêzên Pêşmerge rê lê girtin û otomobîl hat teqandin, di encam de 2 Pêşmerge şehîd bûn û çend ji wan jî birîndar bûn.’‘

Hat zanîn ku hejmarek koçberên Ereb ku dixwazin biçin li Kerkûkê bicîh bibin ketine ber teqînê. Heman çavkaniyê ragehand ku di heman rojê de otomobîleke din a bombekirî li gundê Mela Ebdulla xwe xistiye na Lîwaya 1 a Telelwer lê li pirsgehê rêgirî lê hatiye kirin û ew jî hatiye teqandin û di encam de kesek mirîye û çend kes jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve otomobîleke bombekirî li navçeyeke Şîeyan hat teqandin û di encam de çend kes mirin. Derbarê van bûyeran de Fermandeyê Hêzên Amade yên Kerkûkê General Xetab Umer ji BasNewsê re got: ‘’Xwekujekî bi otomobîlekê bombekirî xwe bi bazgehê taxa yek a Hezîranê de teqand û di encam de 23 kesan canê xwe ji dest dan û 12 jî birîndar bûn.’‘

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.