Di wîlayeta Belucistana Pakistanê de du êrîşên cuda pêk hatin: 10 kesan canê xwe ji dest dan

Di wîlayeta Belucistana Pakistanê de du êrîşên cuda pêk hatin: 10 kesan canê xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku di mîtînga partîya Îmran Xanê û li dijî leşkerên ku operasyonê dikirin de êrîş hatin lidarxistin, di encama êrîşên ku hatine lidarxistin de 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Rayedarên tenduristî û polêsên Pakistanê, daxuyandin di encama êrîşa ku li mîtînga ji teref Partîya Tevgera Edaletê ve hat lidarxistin de 4 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran, îfade kirin ku rewşa hinek birîndaran giran e, ji ber vê yekê dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe.

Hat îfadekirin ji 4 kesên ku canê xwe ji dest dane 3 kesên wan xebatkarên Partîyê ne.

Partî piştî êrîşê daxuyanî da û di daxuyanîyê de bang kir ku “Divê bûyer bi şekleke berfireh bê lêgerînkirin û mesulên wan ji edaletê re bêne anîtin.”

Partî, îddîa kir ku digel elarma bilind di mîtîngê de ewlehî nehat girtin.

Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket.

Hat îfadekirin di operasyonên artêşê de jî 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Êrîşa dinê jî li herêmên Kolpur û Machê pêk hat.

Artêş daxuyand, di operasyona ku li dijî komên terorîstên li herêmên Kolpur û Machê hatin lidarxistin de 4 personelên leşkerîyê û 2 sîvîl canê xwe ji dest dan.

Hay diyarkirin ku ji êrîşa duyemîn re Tûgayên Macîd ên ku girêdayê Artêşa Xelasîya Belucistanêye xwedî derket. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.