Dibe em ji nişka ve dest bi operasyonê bikin
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê operasyona li bakûrê Sûrîyê de destnîşan kir “Dibe em ji nişka ve dest bi operasyonê bikin.”
Serokomar Erdogan li Meydana Mewlana ya Konyayê beşdarî merasîma vekirina girseyî bû û derbarê operasyona ku dê li bakûrê Sûrîyê bê kirin de destnîşan kir “Me berî niha îlan kir ku em ê operasyonê leşkerî li rojhilatê Firadê bikin. Me meselê bi Trump re gotûbêj kir û ew jî bersiveke erênî da. Ger terorîst neçin em ê wan bişînin. Dibe em ji nişka ve dest bi operasyonê bikin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.