“Dibe ku di bûyera Aytaç Baranî de tiliya FETO hebe”

“Dibe ku di bûyera Aytaç Baranî de tiliya FETO hebe”

DİYARBEKİR - Parêzer Hasan Bozdaş di derbarê sûîqesta Aytaç Baranî de daxuyabî de. Bozdaş diyar kir ku delîlên qonaxa lêpirsîna vî dozê daxîlê dosyayê nekirine.

Parêzer Hasan Bozdaş di derbarê sûîqesta Aytaç Baranî de daxuyabî de. Bozdaş bal kişand ser sûîqesta Serokê Komeleya Yenî Îhya-Derê Aytaç Baranî û destbîşan kir dibe ku di bûyera Aytaç Baranî de tiliya FETO hebe.

Bozdaş anî bibîranîn ku qetilkirina Aytaç Baranî di Nûnertiya Şehîtlîkê ya Komeleya Hemwelatiyên Azadê de hatiye plankirin û di derheqê vî lêpirsînê de îfadeyên rêvebiran nehatiye hilgirtin.

Bozdaş axavtina xwe wiha domand: “Aytaç Baran wek navê yekem a ku di lîsta 100 kesî ya înfazê ya ji teref PKKê ve hatibû amadekirin de bû hat qetilkirin. Çend roj berî ji teref ewlehiyê ve teblîxat jê re hatibû kirin. Gor teblîxatê ew di lîsta înfazê ya PKKê de ye û divê ku haydar bibe. Aytaç Baran di 9ê Hezîranê de hat qetilkirin. Piştî qetla wî me dosyayekî ju mixabin hatiye îhmalkirin dît. Dosyaya lêpirsînê wek veşartî hat amadekirin.”

Bozdaş wiha pê de çû: “Di çarçova îfadeya şahidê veşartî de di derhaqê biryara girtinê hat dayîn û yekî ji wan hat binçavkirin. Ji ber ku Sezgîn Demîrok bi polêsan re ketibû şerê û miribû daxîlê darizandinê nebûbû. Di vî pêvajoyê de li mintiqa ku Aytaç Baran hatibû qetilkirin de çend qeydên qemereyên MOBESê hatin girtin. Di van qeydan de bi şiklekî eşkere hatibû dîtin ku 3 kes keşif kirine û roja bûyerê Aytaç Baranê teqîb kirine. Ji xeynî vî yekê şahidek ê ku wek veeşartî îfade da diyar kiribû ku qetilkirina Aytaç Baranî di Nûnertiya Şehîtlîkê ya Komeleya Hemwelatiyên Azadê de hatiye plankirin. Her wiha wî diyarkiribû ku ji qadroya çiyê 3 kes bi tevahî jî 6 kes biryara vî yekê dane.”

 “Dibe ku di bûyera Aytaç Baranî de tiliya FETO hebe”

Bozdaş ragihand ku bûyerên 6-7ê Cotmehê ji ya bûyera Aytaç Baranî cudatir nîne. Dûvre Bozdaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qetilkirina Aytaç Baranî domahiya bûyerên 6-7ê cotmehê ye. Eşkere ye ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê de îxmalkariya saziya paralel û hêzên tarî yên din heye. Wek parêzerê dozê ez li Enqerê jiyam. Mehkeme ji ewlehiyê re nivîsek nivîsiye û pirsa dîmenên MOBESEyê kiriye. Ewlehî wek bersiv wiha diyar kiriye; ‘ji ber ku ew rok qemereyên MOBESEyê wî rojê qeyd hilnegirtine em nikarin ji we re dîmen bişînin.’ Dûvre mehkeme mizakerekî nivîsî. Di biryara ku hat dayîn de wiha hatibû diyarkirin; ‘qemereyên MOBESEyan hatibûn texrîbkirin.’ Eşkereye ku di vî yekê de  îxmalkarî heye. Îro tê zanîn ku saziya FETOyê çiqas di ewlehiyê de hene. bi operasyonên herî dawî re bi sedan general, serheng û polêsên xwedî paye yên di ewlehiyê de ji wezîfê hatin dûrxistin. Ji ber vî yekê bi îxtîmalekê mezin têkiliya van însanan bi vî bûyerê re heye. Lewra him wek siyaset û û him jî di bûyerên herî dawî de bi PKKê re têkildar bûne û operasyonên ku li Sûrê hat lidarxistin diyar bû ku provoqasyonan dikirin. Ji ber vî yekê dibe ku di bûyera Aytaç Baranî de tiliya FETO hebe.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.