Digel astengkirina îşxalê li Mescîdî Eqsayê 45 hezar Misilman nimêja terawîhê kirin

Digel astengkirina îşxalê li Mescîdî Eqsayê 45 hezar Misilman nimêja terawîhê kirin

Bi deh hezaran Misilman digel astengkirina rejîma îşxalker li Mescîdî Eqesayê nimêja Mexrîbê û Terawîhê kirin.

Daîreya Weqfên Îslamî ya li Qudsê, got şeva Sêşemê 45 hezar Misilman di Mescîdî Eqsayê de nimêja terawîhê kirin.

Hêzên îşxalker jî li nêzê Derîyê Aslanliyê barîyeran danîn.

Îşxalkera, li ber têketine Mescîdî Eqsayê sekinîn û ji têketina ciwanan re astengîyê derxistin.

Remezana vêsalê di bin sîya êrîşên rejîma îşxalker de derbas dibe, ew li Xezzeyê zarok, pîrek û îxtîyaran bombe dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.