​Digel emrên xwe yên dirêj bi eşqeke mezin Qur’ana Kerîm hîn dibin

​Digel emrên xwe yên dirêj bi eşqeke mezin Qur’ana Kerîm hîn dibin

Xaltîyên ku emirdirêj ên ku li Entabê diçin Qursa Qur’ana Kerîm a ku bo wan hatiye vekirin ji dil û can hewil didin Qur’ana Kerîm hîn bibin.

Li Entabê pîrekên emirdirêj ên ku di nav wan de kesên emrê wan derketiye li ser 70yî jî hene eleqeyeke mezin nîşanî qursên Qur’anê didin. Xaltî û dapîrên ku bi cehd û xeyreteke zêde hewil Qur’anê fêr bibin ji ber fêrbûnê pir kêfxweş û bextewar in.

“Dema ku em diçin Qur’anê hîn bibin me Qur’anê vedişart”

Xaltîya Dondu Yilmaza ku emrê wê 75 e derbarê mijarê de diyar kir ew pir ji hînbûna Qur’anê hez dike û dû re wisa qala wan demên berê yên ku tê de li hember kesên ku hewil Qur’anê hîn bibin zext  dihatin kirin kir: “ Dema ku em biçûk bûn dê û bavê me, me dişandin qursê da ku em hînî Qur’anê bibin. Lê belê wê demê tu kesê ku Qur’anê hînî me bike tunebû. Wan deman Qur’an hebû, lê belê em nikaribûn hîn bibin. Lewra qedexe bû û me dema ku diçû dersa Qur’anê bistînin me Qur’anê vedişart. Encax hemd ji Xweda re ku niha xoceyên me tên ber pîyên me. Ez ji xwendina Qur’anê pir zêde hez dikim. Qur’ana Kerîm li alîyekê dinya li alîyekê.”

 “Qur’ana Kerîm jiyana me ye”

Dapîra 73 salî ya bi navê Kezban Çingi jî diyar kir ji ber ku ew  Qur’anê fêr dibe û dikare bixwîne pir bextewar û kêfxweş e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me heta vê emrê xwe hînî Qur’anê nebû. Ez îxtîyar bûme, lê belê hez ji fêrbûna Qur’anê dikim. Hînbûna wê bo me xweş e. Cihê ku em ê biçinê axret e.  Gelo em ê karibin tiştekî bibin axretê? Vaye bû 2 sal ku ez qursê. Êdî ez extîyar bûme û ez zehmetîyê dikşînim. Qur’ana Kerîm jiyana me ye. Ew tiştê ku bo me hatiye nazilkirin, me birêve dibe, pêşve dibe û dîn û îmana me tev bi Qur’ana Kerîm ve girêdayî ye.”

Her wisa xaltî û dapîrên ku diçûn Qursa Qur’anê derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Şehrîban Ozen: Ez li vê derê hizûr û aramîyê dibînim.

Gulten Gencer: Ji ber ku ez Qur’anê hîn dibin pir kêfxweş im.

Hatîce Uzumcu: Dinyayê bidin min ez û Qur’ana Kerîm bi tiştekî din naguherînim.

Rabîa Yildirim:  Li vê dinyayê tiştê herî lazim bo me Qur’ana Kerîm e.

ÎLKHA































HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.