“Dijberên darbê bi destê OHALê tê xwestin bên cezakirin”

“Dijberên darbê bi destê OHALê tê xwestin bên cezakirin”

Mahmûd Îrtemê Midûrê Giştî yê ÎLKHAya ku serîlêdanê wê ya şixulandin û perwerdekirina personelan a di bergeha ‘Bernameya Perwerdehiya Serê Kar’ a ÎŞKURê hat redkirin di derbarê mijarê de ji ber ku muracata wan hatiye redkirin bertek nîşan da û destnîşan k

Serîlêdanê şixulandin û perwerdekirina personelan a di bergeha ‘Bernameya Perwerdehiya Serê Kar’ a ÎŞKURê ya  ÎLKHAya ku ji sala 2007an vir ve  weşana neteweyî dike  bi  hinceta ‘qeydên îstîxbaratî’ hat redkirin.

Mahmûd Îrtemê Midûrê Giştî yê ÎLKHA ye ji ber ku serîlêdana wan hatiye redkirin ji rewşê re bertek nîşan da û di derbarê mijarê de diyar kir di merhela yekem de muracata wan ji teref ÎŞKURê ve hatiye qebûlkirin, lê ji ber ku hinek destên din ketine dewrê  serîlêdanên wan hatiye redkirin.

Îrtemê ku  di berdewama axavtina xwe de diyar kir  di redkirina serîlêdanê wan de dibe ku înîsîyatîfa rayedarên mehelî jî hebe destnîşan kir  sepana OHALê ji teref hinek saziyên fermî  û kesan ve tê sûîstîmalkirin. Îrtem her wiha diyar kir dijberên darbê bi destê OHALê tê xwestin bên cezakirin ku divê ji vê re musade neyê kirin.

Îrtem di berdewana axavtina xwe de diyar kir muracata wan a dosyayê ji komîsyona ÎŞKURê derbas bû û ew berî niha jî di bin bûnyeya ‘Bernameya Perwerdehiya Serê Kar’ a ÎŞKURê de karker xebitandine. Îrtem dû re wiha li axavtina xwe zêder kir: “Me berî niha jî di bin bûnyeya ‘Bernameya Perwerdehiya Serê Kar’ a ÎŞKURê de karker xebitand. Muracata me ya dosyayê ji komîsyona ÎŞKURê derbas bû û ji me hat xwestin ku  bi wan hevalên ku em ê bi wan re bixebitin re hevpeymanê îmze bikin. Lê dema ku em çûn vê hevpeymana xwe bi ÎŞKURê re bikin ji me re gotin ku bi kaxiza nû ya ku hatiye serîlêdana we hatiye betalkirin.”

 “Sedema îptalkirinê ne neserkeftîbûna fîrmayê ne jî bi kêmasî tetbîqkirina bernamê ye”

 Îrtem di berdewama axavtina xwe de diyar kir sedema qebûlnebûna muracata wan ne şîrketa wan e  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Elbet dema ku me meselê bi rayedarên ÎŞKURê re axivî ji me re diyar kirin ku dedema îptalkirinê ne neserkeftîbûna fîrmayê ne jî bi kêmasî tetbîqkirina bernamê ye, lê ji ber ku  ji jorê ji wan re bi emrê ku hatiye îptalkirin ku sedema wê jî wiha hatiye diyarkirin ‘ji birêveberên şîrketê kesek  di rabirdûyê de ceza xwariye û  serîlêdan di bergeha OHALê de hatiye betalkirin.’ Lê belê di nivîsa fermî ya ku dane me de wisa nayê nivîsîn. Di nivîsa fermî de tê diyarkirin muracata we ji komîsyona ÎŞKURê derbas nebûye. Lê di pergela ÎŞKURê de jî tê dîtin ku muracata me ji komîsyonê derbas bûye û hatiye qebûlkirin. Lê mixabin em dibînin ku muracata me bi sedemeke wisa hatiye redkirin.”

 “Em bi destên hêzên tarî yên mîna FETO, BÇG û 28ê Sibatê hatine mexdûrkirin û dîsa bi heman şiklî tên mexdûrkirin”

Îrtem di berdewama axavtina xwe de diyar kesê ku hukum xwariyê ji hîssedarên rayedarên şîrketê bi xwe ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di sala 2001an de hatim binçavkirin.  Sedema binçavkirina min ‘Di camiyê de li ser navê Cemaeta Hîzbullah dayîn û standina dersa Qur’ana Kerîm e.’ Em wê dermê bi destên hêzên tarî yên mîna FETO, BÇG û 28ê Sibatê hatin mexdûrkirin. Mixabin ji ser wê demê zêdetirî 15 salan derbas bû û dîsa bi heman şiklî em tên mexdûrkirin û bi heman şiklî em terorîst tên îlankirin.”

 “OHAL ji bo li dijî darbekeran hat îlankirin, encax  îro dijberên darbê tê xwestin bi OHALê bên cezakirin”

Îrtem diyar kir wek ÎLKHAyê polîtîkaya wan a weşanê diyar e  û wiha got: “Em wek Ajansa Nûçeyan a Îlkê di sala 2007an de dest bi çapmenî-weşanê kir. Polîtikayeke weset,rastî û bi prensîb a ku bûyeran bi objektîf dinirxîne heye. Ew xeberên ku ev 10 sale em amade dikin jî vê yekê nîşan dide. Bi şikleke eşkere tê dîtin ku polîtkaya me ya weşanê ‘ji terorîzmê re xizmetê nake.’ Em hîs dikin ku di pişta perdê de hêzên tarî hene. Lê em nizanin bi destê kî û bi çi şiklî tê kirin em vê yekê nizanin. Lê belê tê dîtin ku rêxistinên tarî ketine dewrê. OHAL hat îlankirin û Birêz Serokkomar derket û wiha got ‘Me OHALê ne li dijî xelkê ji bo dewletê îlan kir.’ Lê em dinêrin  şûrê OHALê dîsa di destê rêxistinên tarî de ye û di zikê xelkê de diçikînin.Me xeza xwe ya weşanê bi şikleke eşkere nîşan da û me li dijî çalên PKKê ya ku li taxan kole û li dijî teşebûsa darbê ya FETO û rêxistinên mîna wan înîşan da.Lê mixabin weke ku tê xwestin kesên ku li dijî darbê sekinîn tê xwestin bê cezakirin. Yanî OHAL li dijî darbekeran hat îlankirin, encax îro dijberên darbê tê xwestin bi OHALê bên cezakirin.”

 “Em difikirin di mijarê de înîsîyatîfa rayedarên mehelî heye”

Îrtem di berdewama axavtina xwe bala kişand li ser di betalkirina muracatê de hebûna înîsîyatîfa rayedarên mehelî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em karê xwe dikin me kar xwe li ser ‘bi şiklekî em ê ji ÎŞKURê bernamê bistînin’ saz nekir. Em ji ser tiştekî wisa jî karê xwe birêve nabin. Em tiştekî wisa jî hêvî nakin. Encax ji ber ku hemû fîrmayên ku baca xwe didin dikarin bi hiqûqî ji vê yekê feyde bigrin ku em jî ji ber vê yekê dixwazin jê îstîfade bikin. Lê  nexasim bi vî şiklê îlankirina terorîstî  û bi rencîdekirin betalkirina muracata me ne rewşeke ku em wê qebûl bikine. Em difikirin di mijarê de înîsîyatîfa rayedarên mehelî û kêm be jî muameleya keyfî ya rayedaran heye. Lewra hevdîtinên ku me kiriye û agahiyên ku me di derbarê mijarê de bi dest xistiye vê yekê dide nîşandan.”

 “Bila bi şeref û hesiyeta wan kesên ku bi izzet, xwîn û bi canê xwe li hember darbê sekinîn neleyzin”

Îrtem di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê wek hiqûqî bibin taqîbkerên meselê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me meselê bi parêzerên xwe re axivî. Me îtîrazên xwe ji merciyên pêwîst re bikin. Ger îtîraza me neyê qebûlkirin em ê meselê bibin mahkemeya îdarî û em ê bibin şopînerên meselê.Encax di serî de teleba me ji Birêz Serokkomar û rayedarên din ev e: OHAL ji bo çi hatibe îlankirin bila xêra xwe li gor wê armancê bê hereketkirin. Bila bi şeref û hesiyeta wan kesên ku bi izzet, xwîn û bi canê xwe li hember darbê sekinîn neleyzin.”

 “Çûyîna camiyê mafê me ya herî tabiî ye”

Îrtem di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku di rabirdûyê de li mizgeftê dersa Qur’anê daye tê cazekirin û faturaya vê yekê jî hên ji wan re tê birîn. Îrtem dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Beriya her tiştî em Misliman in û em mecbûrin wezîfeya xwe ya evdîtiyê bi cî bînin. Em di nava malbateke Misliman û di nav civakeke Misliman de mezin bûn. Bi heman awayî ez mezûnê îmam xatîbê me. Çûyîna camiyê, standin û dayîna dersa Qur’anê mafê me ya herî tabiî ye. Em ji ber vê yekê hatin cezakirin. Em ‘bi çûyîna camiyê û bi standin û dayîna dersa Qur’anê’ hatin cezakirin.”

“Em ji ser wan cezayên ku hakimên FETOyîst dane me cardin tên cezakirin”

Îrtem di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew endamên darazê yên ku ceza dane wî îro ji FETO hatine girtin û di girtîgehê de ne. Îrtem dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro ew hakimên ku ji vê dosyayê ceza dan me ji FETO hatine girtin û di girtîgehê de ne. Em ji ser wan cezayên ku hakimên FETOyîst dane me cardin tên cezakirin. Em ê bibin şopînerên vê dozê.”(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.