“Dijmin jevqetana Sunnî û Şîîyan dikinû hewil didin herêmê bişewitînin”
Fermandarê Hêzên Çekdar ê Îranê Muhammed Bakirî destnîşan kir pirsgirêkên di navbera welatên li herêmê de encax bi gûftegoyê dikare bê çareserkirin.
Li Tahrana paytexta Îranê sempozyumeke bi navê “Hêzên Mezin û Ewlehîya li Herêmên Asya Rojava” hat tertîpkirin. Fermandarê Hêzên Çekdar ê Îranê Muhammed Bakirî di axavtina xwe ya ku di sempozyumê kir de balan kişand li ser hewildanên dijminan a li ser Mislimanan.
"Dijmin jevqetana Sunnî û Şîîyan dikin û hewil didin herêmê bişewitînin"
Bakirî di berdewama axavtina xwe de diyar kir îsraîl bi şikleke mezin têk çûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di sala 2006an de di wan şerên 22 û 33 rojî de îsraîl têk çû û mexlûb bû. Ev têkçûn, têkçûna hêzên mezin a li hember şerê gerîllayê ye. Dijmin îro li herêmê cûdahîya Şîî û Sunnîyan dikin û sûdê ji tekfîrvanan digrin û hewil didin herêmê têxin nava êgir. Lê belê dawîya vê fitnê hat. Li Sûrîyê digel temamê hewildanên wan negihaştin hedefên xwe.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.