Dijminên Îslamê yên di daxîlî de “Evîndarên Qudsê” hedef digrin

Dijminên Îslamê yên di daxîlî de “Evîndarên Qudsê” hedef digrin

Trump piştî ku Qudsê wek paytexta sîyonîstênîşxalker nas kir re xelkê Misliman û milletên Îslamê xwe berdan kolanan û ji vê qerarê bertek nîşan dan. Lê ev helwesta Mislimanan bû hedefa dijminên Îslamê yên di hundir de.

Serokê Amerîkaya dagirker Donald Trump  di 6ê Kanûnê de di daxuyanîya ku dabû de destnîşan kir ku ew Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker nas kirine. Ev gava ku bo cihûkirina Qudsa mibarek hat avêtin heyama ewil a xerakirina Mescîda Eqsayê ye. Di serî de alema Îslamê û dû re jî temamê kesên ehlê wijdanê ji vê plana qirêj re bertek nîşan dan.

Li welatên Îslamê û li bajarên cûrbecûr ên dinyayê  Amerîka û îşxalkerên sîyonîst piştî vê plana şerr re hatin telînkirin. Di întîfadaya ku li Fîlîstînê dest pê kir de heta niha 4 Misliman şehîd bûn û bi sedan Misliman jî birîndar bûn. Dîsa li tesettura pîrekên Misliman  destdirêjî hat kirin. Mislimanekî 14 salî ji teref sîyonîstên îşxalker ve hat derbkirin, çavên wî hatin girêdan û hat desteserkirin ku ev yek bi xwe jî hovîtî û wehşîtîya sîyonîstên îşxalker cardin nîşan da.

Hedefgirtina qibleya ewil a Mislimanan a ku herî dawî ji teref Selahhadînê Eyyûbî ve hat fetihkirin bû sedeme înfîaleke mezin; lê belê ew neferên dildar ên daxilî yên çeteyên sîyonîstên şebekeya terorîst û Amerîkaya emperyalîst  ji ber ku Kurd wek temamê milletên Misliman xwe berdan kolanan  û lanetê li Amerîka û siyonîstên îşxalker  anîn ev yek ji teref wan ve nehat hazmkirin, zora wan çû û rabûn vê yekê bêperwa anîn ziman ku ev yek di raya giştî de bû sedema reaksîyonan.

Ew zewata ku di bin maskeya neteweperestîyê de  di warê dijmintîya Îslamê de wek xaçperest û sîyonîstan tev digerin ji ber berteka ku li Diyarbekir, Êlih, Mêrdîn, Wan, Mûş, Agirî, Şirnex, Sêrt û bajarên din Kurdên Misliman lenetê li Amerîka û sîyonîstan anîn haqaretan li van Mislimanan kirin  ku ev yek wek bêperwatîyeke mezin hat wesfandin.

Ev kesên bo berjewendîyên utopîk û jirêderketî dibin xulamê emperyalîzma Rojava û bi eqlê sîyonîstan hereket dikin di nav civaka ku ew bi xwe di nav de dijîn êrîşî pîrozîyên civakê dikin û haqaretan li Mislimanan dikin ku ev helwesta wan nîşan dide ka ew pala xwe didin kî û ev yek di raya giştî de tê lêpirsîn.

Di her dewrê de kesên ku bûne xulam û xizmetkarên CIAyê hene. Ew kesên ku di partîya ku bes navê wê heye û ji teref Amerîka û hevkarîyên wê yên herêmê ve tên fînansêkirin de îdarevantî dikin û di malperên înternetê yên paravan de  haqaretan li Mislimanan dikin; ji ber ku bi hezaran Misliman li ber Mizgefta Mezin a Diyarbekirê li hev kom bûn û lenetê li sîyonîzmê anîn rabûn van Mislimanan xistin hedefên xwe ku ev yek çavkanîya sedema haqaretên wan nîşan dide.

Weke ku tê dîtin Quds ji teref temamê milletên Misliman ve nexasim ji teref gelê Kurd ê Misliman ve bêxwedî nayê hiştin û lê xwedî tê derketin ku ev yek ji sîyonîstên îşxalker zêdetir van zewatên ku bûne xulam û xizmetkarên ber derîyên xelkê aciz dike ku ev yek bi xwe jî nîşanî me dide ka alema Îslamê bi çi awayî him ji derve ve û him jî hundir ve hatiye dorpêçkirin.

Hevkarên daxilî  yên sîyonîstên îşxalker û şebekeya terorê ne bi qasî ku ji Qudsê re bibêjin “Orşelîm” bûne sîyonîst. Ev cûreta  dijminên Îslamê çawa ku di dîrokê berî niha hatibû dîtin îro jî tê dîtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.