Dilsojiya malbata mexdûrên herbê dîlzîz dike

Dilsojiya malbata mexdûrên herbê dîlzîz dike

Dilsojiya malbata Sûryeyî ya ku ji ber herba navxweyî revyanê û hatine Êlihêjiyana xwe didomîne, ji ber kumexdûre li hêvîya destekî alîkarîyê ye.

Muhyeddîn Kahlîyê ku li Şama paytexta Sûrî ji terej rejîma Esad ve hatibû girtin û du mehan di bin îşkenceyê de mabû û di encama van îşkenceyana de seqet mabû li Êlihê jîyana debara xwe dike.

Malbata mexdûr destnîşan dikin ku ew ji ber zilm û îşkenceyê ji welatên xwe ji mecbûrî revîyane û ev 5 salê wan e li Êlihê bi cîh bûne û di nav êş û eleman de jiyana debera xwe dikin.

Muhyeddîn Kahlî îfade kir ku ew ji dayik bûn de astengdarê ortopedîkê ye lê belê ji ber îşkence û zilma rejîmê bi temamî astegdar maye. Kahalî di berdewams axaftina xwe de îfade kir ku ji ber ku ew astengdare mecbûr e ew bi xebite û ew zêde zehmetîyan dikşîne.

Malbata Muhyeddîn Kahlî û Gulçîn Osman ya ku 2 zarokên wan hebû ji ber herba navxweyî ji Şamê revîyan û hatin Êlihê. Piştî herba Sûrî malbata 2 zarokên wan ji teref rejîmê ve hat binçavkirin û tu saloxî ji zarokên xwe negirtin.

Malbata mexdûr ji muxabîrê İLKHAyê re behsa mexdûrîyeta xwe kir ku ev 5 salê wan e ji dewletê alîkarîyek hindik digrin û di bin şert û mercên zor û zehmetîyê de micadela jîyana xwe dikin.

“Ceyran dan serê min û enîya min teqandin”

Muhyeddîn Kahlîyê astengdar bi wî halê xwe di kargeha sazkirina paldang de dixebite û bi bermalya xwe re micadela jîyanê didin. Kahlîn wiha got: “Ez û 2 zarokên min em li Sûryeyê binçav kirin û xistin hepsê. Mehekî li cîkî di bin erdê de li min hemî cureyên zilm û îşkenceyê kirin. Ceyran dan serê min û enîya min teqandin. Ez ji dayikbûn de astengdarim. Ceyran dan destê min û lingê min. Ji xwe ez asteng dar bûm, niha ez bi temamî seqet bûm. Ji bilî bermalya min li vir tu kesekî min tine ye. Ez ji Serokomar dixwazim; zarokên min yên ku hê ez aqûbeta wan jî nizanim bila ji zîndanên Beşşar Esad derxe.”

‘Me lingê te çêkir ev bes e’

Kahlî îfade kir ku wî li Êlihê carek an du caran alîkarî girt û wiha got: “Li vir berpirsyar bi min re eleqedar bûn û ez birim nexweşxane yê. Ji bo dermankirinê ez birim Diyarbekirê. Lingê min yê ji îşkenceyan xisar dîtibû tedawî kirin. Ji bilê vê yekê tu alîkarî ji min re nekirin. Dibêjin ‘Me lingê te çêkirin ev bes e.”

“Ji ber ku zarokên min ne liba mine dibêjin em nikarin alîkarîyê bidin te”

Bermalya Muhyeddîn Kahlî, Gulçîn Osman jî mexdûrîyeta xwe anî ziman û wiha got: “Ev 5 salê me ye em ji Sûrî hatine. 2 zarokên min ev 6 salê wane di zîndana de ye. Zarokêkî min 24, yê din jî 26 salî ye. Dema em ji bo alîkarîya me bikin diçin, ji ber zarokên me ne liba me ye dibêjin em nikarin alîkarîya we bikin. Zilamê min gavekî dixebite gavekî jî naxebite. Hemd ji Xwedê re ev salek wî ye di kargeha sazkirina paldangdan de dixebite. Ev 5 salê me ye em bi îmkan û derfetên xwe debara jîyana xwe dikin. Em jî nizanin bê emê ji vir û pê de çi bikin. (ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.