Dîmenên hilweşînê yên Sûrê ji hewayê hatin girtin

Dîmenên hilweşînê yên Sûrê ji hewayê hatin girtin

DİYARBEKİR - Dîmenên hilweşînê yên ku ji ber pevçûnan li Sûrê derketibûn holê cara ewil ji hewayê hatin girtin.Di dîmenên ku ji hewayê hatine girtin de tê dîtin li navçê gelek mizgeft, mekteb û mal pir zêde zirar dîtine.

Her weke ku tê zanîn li navçê ji ber pevçûn û şerên ku qewimîn xelkê navçê malên xwe terikandin û bêwar û bêcî man.Piştî pevçûnên ku çend mehan berdewam kirin re cara ewil hil-weşîn û tahrîbata ku li Sûrê pêk hatiye ji hewayê  hatin kişandin. Di dîmenên ku ji hewayê hatine girtin de tahrîbata ku li navçê pêk hatiye tê dîtin.

Di dîmenên ku hatine girtin de tê dîtin mal, camî, û mekteb gelek zêde zirar dîtine û tahrîb bûne. Nexasim di dîmenan de tê dîtin Mizgefta Hocaoglu bi temametî xera bûye, Mizgefta Hacî Hemîd jî zirareke mezin ji pevçûnan dîtiye û tenê kubbeya wê li ser pêyan maye.Mekteba Suleyman Nazîfê ku ji sê blokan pêk dihat jî bi temametî du bloken wê xera bûne.Bi heman awayî dîsa di dîmenan de tê dîtin Mekteba Destpêkê ya Cumhuriyetê jî wêran bûye û Hemama Paşayê jî zirar dîtiye. Her wiha rewşa herî dawî ya Mizgefta Kurşunluyê û Mînareya Çar ling jî di dîmenên ku hatine girtin de tên dîtin.

Dema ku mirov dîmenên ku ji hewayê hatine kişandin û daneyên sala 2015an a Sûrê dide ber hev mirov zen dike qey Diyarbekirê ne bajêrekî Tirkiyê ye  û zen dike bajêrekî Sûriyê ye.(ÎLKHA)









 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.