Dîmenên “Mihrîcana Xortanîyê” pirsa “Ka ew Nesla Dîndar!” anî bîran

Dîmenên “Mihrîcana Xortanîyê” pirsa “Ka ew Nesla Dîndar!” anî bîran

Dîmenên ku ji “Mihrîcana Xortanîyê” ya ku li Diyarbekirê tê tertîpkirin hatine girtinû gotinên “Nesla Dîndar” a hikûmetê li hev nagirin.

Li Diyarbekirê bi piştevanîya Bankeya Ziraatê, Walîtîya Diyarbekirê, Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê, hinek wezaret û Weqfa Tîravêjan “Mihrîcana Xortanîyê” ya ku dê 3 rojan berdewam bike tê tertîpkirin. Dîmenên ku ji “Mihrîcana Xortanîyê” ya ku li Diyarbekirê tê tertîpkirin hatine girtin  û gotinên  “Nesla Dîndar” a Serokomarê Tirkîyê Erdogan li hev nagirin. Lewra ji bo wê mihricana ku tê tertîpkirin gelek mesref tê kirin û bi vê yekê xort tên bêesil û dejenerekirin û ber bi îfadê ve tên birin.

Di dîmenên ku ji cihê mihricanê hatine girtin de tê dîtin ku xwendekarên qîz û law tevlî hev in ku ji ber vê yekê dîmenên ku dijberî nirxên manewî yên civakê derdikevin holê ku ev rewşa nebaş wê gotina “Nesla Dîndar” a Erdogan tîne bîran.

Li cihê mihricanê hat dîtin ku xwendekarên divîyabû di wextê seata dersê de li mektebê bin ji teref hinek îdarevanan ve bi serwîsan hatine anîn cihê mihricanê û xortên qîz û law li ber wê muzîkên biyanî xwe li erdê dixin û qaşo kêfê dikin.

Li cihê mihricanê ew kesên ku ji wan re hunermend tê gotin di muzîkên ku bilêvkirin de peyvên ku berê xwendekaran didin eraq û zînayê bi kar anîn.

Ev dîmenên ku li mihricanê hatin dîtin ji ber ku li Diyarbekira ku bajara pêxemberan, sehabîyan e  nayê; raya giştî, STK û partîyên siyasî ji rewşê re bertek nîşan dan.  Ji ber mihricana ku tê kirin gotinên “Nesla Xort Xera Dibe” bi hêztir dike û ev tabloya li mihricanê rewşa xortanîyê dide ber çavan.

Ev fealîyetên ku qaşo ji bo xortan ji terorê dûr bixin tên tertîpkirin, nesla xort xera dike û tahrîbateke mezin di wan de pêk tîne. Rewş bi aşkere di holê de ye, lê mercîyên rayedar digel bertekan hêj xwe kerr û lal dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler