Dîmenên serokê KURDÎ-DERê yê ku rojnamegerê xesp kiriye derket holê

Dîmenên serokê KURDÎ-DERê yê ku rojnamegerê xesp kiriye derket holê

RİHA - Piştî ku êrîş li xwendekarên OTDUyê ya ku nimêj dikirin hat kirin li Zanîngeha Harranê di 25 Berfanbara 2015an de komek xwendekarên ku nêzê PKKê ye protestoya ku ji bo vî yekê hatibû lidarxistin sabote kiribû. Dîmenên serokê KURDÎ-DERê yê ku wê çax

Li Zanîngeha Harranê di 25 Berfanbara 2015an de ji teref Yekitiya Xwendekarên Anatolê ve ji bo êrîşa ku li ODTUyê li xwendekarên nimêj dikirin hatibû kirin protesto bikin hatibûn cem hev. Wî çaxê ev protesto ji teref komek xwendekarên ku nêzê PKKê ye ve hatibû sabotekirin. Dîmenên serokê KURDÎ-DERê yê ku wê çaxê rojnamegerê Ramazan Casukê xesp kiriye û qemera wî şikandiye derket holê.

Wekê ku tê zanîn li OTDUyê êrîş li xwendekarên ku nimêj dikirin hatibû kirin û ji bo ku ev êrîş were protestokirin xwendekarên dîndar li Zanîngeha Harranê xwestibûn ku di derbarê vî yekê de daxuyanî bidin. Dema ku xwendekar civiyabûn ku daxuyanî bidin ev daxuyanî ji teref xwendekarên ku wek HORDERî tên zanîn û ji aliyê hişmendiyê ve nêzê PKKê ne ve daxuyanî hatibû sabotekirin û êrîş li xwendekaran hatibû kirin.

Di dema êrîşa ku ji teref qemereyan ve hatiye qeydkirin de tê dîtin ku Serokê Şaxa Rihayê ya KURDÎ-DERê Hamza Ayebe êrîşê li qemereman kiriye û qemereya wî xesp kiriye. Ev dem lehze bi lehze hatiye qeydkirin. Piştî bûyerê di 15ê Sibata 2016an de Serokê Şaxa Rihayê ya KURDÎ-DERê Hamza Ayebe di encama operasyonê de hatibû binçavkirin û dûvre ji teref mehkemê ve hatibû girtin.

Di dîmenan de tê dîtin ku ji teref xwendekarên HORDERî ve êrîş li rojnameger Ramazan Casukê tê kirin û ji teref koma ku di nav wan de Hamza Ayebe jî heye ve qemereya Casukî jê tê sitandin. Di domahiya dîmenan de tê dîtin ku qemere di destê Hamza Ayebeyê de ye. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.