“Divê ku em xedî li doza şehîdan derkevin”

“Divê ku em xedî li doza şehîdan derkevin”

Ji teref UMUT-DERa Tetwana Bedlîsê ve ji bo bibîranîn şahîdan bername hat lidarxistin. Gelek dildar beşdarê barnamê bûn.

 Ji teref UMUT-DERa Tetwana Bedlîsê ve ji bo bibîranîn şahîdan bername hat lidarxistin. Gelek kes beşdarê bernameya ku mela Emrullah Uysal wek gotarvan axivî bûn.

Mela Emrullah Uysalê ku di bernamê de axivî destnîşan kir divê ku ew xwedî li dozxa şehîdên ku canê xwe di rêya Xweda de fida kirine derkevin.

Uysal wiha diyar kir: “Meha Sibatê meha hatina cemhev û hereketkirina bi hev re ya Mislimanan e. Pêwîst e ku xwedî li doza şehîdên ku dev ji dinyayê berdane û bedenên xwe yên nazenîn ji bo doza Xweda feda kirine û zarokên xwe têr nedane ber singê xwe were derketin.”

 “Şehîdan gotin zilet ji me dûr e”

Uysal wiha pê de çû: “Îslam ji gewda pêxemberan pêk tê. Şaxên wê alim û fêkiyên wê jî şehîd in. Mirekeba aliman û xwîna şehîdan vê dara qerese li ser piyan digire. Ji ber ku Îslam ezîz e weledên ezîz ên Îslamê û yarenîn wê canê xwe feda kirin. Gotin ‘zilet ji me dûr e’. Çawa ku Hz Huseyîn li Kerbelayê ziletê red kir Şêx Seîd, Atifê Îskîlîpî, Ustad Bedîuzzeman, Seyyîd Kutup, Mevdûdî, El Benna, Huseyînê Rêzan, Seleheddîn û Giyaseddîn jî gotin zilet ji me dûr e.”

Uysal qala Şehîd Mela Giyaseddîn Barlakê ku di 24ê Sibata sala 1994an de li navçeya Tetwana Bedlîsê ji teref dewleta kûr ve hatibû qetilkirin kir.

“Mela Qiyaseddîn warisê Pêxember e”

Uysal wiha ragihand: “Mela Qıyaseddîn hat şehîdkirin. Qatîlên kirêcî yên ku di nav dewletê de hatine bicîkirin, li panzeran hatine sewarkirin, li Tetwana ku şeytan hatine girêdan a di Meha remezanê de piştî terawîhan wî şehîd kirin. Çima vî însanê qetil kirin? Gelo ji ber ku por û seqalê wê sipî bû, ji ber ku ehlê Gercewsa Êlihê bû yan jî ji ber ku muezin bû? Ne. Wellahî Mela Qiyaseddîn warisê Pêxember bû.”

 “Divê ku em xedî li doza şehîdan derkevin”

Uysal destnîşan kir pêwîst e ku Misliman xwedî li doza şehîdan derkevin. Dûvre Uysal wiha ragihand: “Dê hûn xwedî li vê dozê derkevin. Hûn vê dozê bidin pişta xwe. Dê hûn vê dozê bibin gund, navçe, bajarok, memlleket û dewletan. Wekê ku Eshabê Kîram di mal û welatê xwe de nesekinî. Bi şev û biroj xebitî. Wekê ko doza Îslamê anîn Bedlîs û Erziromê. Dê em jî bi vê şiklê nesekinin.” (ÎLKHA)




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.