Divê cîhad û şehadet rast bên fêmkirin

Divê cîhad û şehadet rast bên fêmkirin

Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Goktaşê ku li Edenê beşdarî bernameya “Şeva Şehadetê” bû destnîşan kir divê ew têgeha cîhad û şehadetê ya di Îslamê de rast bê fêmkirin.

Li Edenê ji teref Cemîyeta Mustazafan a Şaxa Edenê ve bernameya “Şeva Şehadetê” hat tertîpkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de şehîdên doza Îslamê hatin yadkirin. Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Goktaş wek axavtvan beşdarî bernamê bû û derbarê ehemîyeta cîhad û şehadetê de axavtinek kir.

Goktaş di destpêka axavtina xwe de diyar kir ji bo meriv bigihije meqama şehadetê divê weke şehîdan bijî û diyar kir “Di wê rêya ku tê de ulema tunebe de canê xwe feda nekin.”

 “Em zen dikin ku me di rêya Xwedê de can daye; lê belê…”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de tefsîra Ayeta 111emîn a Sûreya Tewbê kir û wiha got: “ Em di muqabilê cennetê de bi Xwedê re danûstandinê dikin; lê belê gelo em bi rastî jî canê me diçe ji Xwedê re yan na? Divê em vê yekê baş zanibin. Divê em nebêjin a muhîm niyet e. Em zen dikin ku em  di oxira Xwedê can didin; lê dibe ku ev yek ne wisa be.Xweda muhafeze bike dibe ku haya me jê tunebe û em canê xwe di oxireke din feda bikin. Ji ber vê yekê îro problemeke me wisa heye. Rêya Xwedê kîjan e… Divê em vê yekê baş zanibin.”

“Divê em di wê rêya ku tê de ulema tunebe de nemirin”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de qala têgehên şehadet û cîhadê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Can û xwîna Mislimanan li Mislimanan haram e. Dorhêleke wisa encax li feydeya kafiran e û ew ê pê kêfxweş bibin. Divê em di wê rêya ku tê de ulema tunebe de nemirin. Divê em hîn bibin, ji bo em şehîd bibin divê wek şehîdan bijîn. Xweda şehadeta me bike wesîle ku dînê me bilind bibe û kufur jî zelîl bibe.”

Goktaş di dawîya axavtina xwe de qala şehadeta Hz. Yahya, Hesen el-Benna û Şêx Ehmed Yasîn kir û destnîşan kir ger em ê bimirin bila mirina me di rêyeke bi şeref de be.

Bername bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler