“Divê demildest dawî li van bêhiqûqîyan bê anîn”

“Divê demildest dawî li van bêhiqûqîyan bê anîn”

Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Parlementerîya Xweser ê Diyarbekirêpiştî daxuyanîya çapemenîyê ya girserî ya ku beşdarî bû re derbarê neheqî û bêhiqûqîyên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve tên kirin de nirxandinan kir.

Ji teref STKyên Îslamî ve li Diyarbekirê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ya bi navê “Ûsifîyên Ku Ji Teref Daraza FETO Û 28ê Sibatê Ve Hatine Mexdûrkirin” hat tertîpkirin. Di daxuyanîya ku hat dayîn de bal hat kişandin li ser neheqî û zilma ku li kesên ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatine girtin.

 “Divê demildest dawî li van bêhiqûqîyan bê anîn”

Yapiciogluyê ku beşdarî daxuyanîyê çapemenîyê bû dû re derbarê mijarê de diyar kir exlebeyê  aktorên pêvajoya 28ê Sibatê li mehkemeyan hatine darizandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hat tescîlkirin ku 28ê Sibatê darbeyek bû. Hinek ji wan kesên ku darbê kirin ha tin cezakirin. Dîsa nêzî 4 hezar hakim û dozgerên ku endamên Daraza Dewleta Paralel bûn ji kar hatin îxrackirin.Lê ew kesên ki ji teref van 4 hezar hakim û dozgeran ve hatine mexdûrkirin ev bû zêdetirî 25 salan ku di girtîgehê de tên girtin. Bi rastî jî ev rewş nikare bê îzahkirin. Divê demildest dawî li van bêhiqûqîyan bê anîn.”

ÎLKHA










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler