Divê em hêza xwe bikin yek û li dijî wan êrîşên ku li Îslamê tên kirin bibin yekwûcid

Divê em hêza xwe bikin yek û li dijî wan êrîşên ku li Îslamê tên kirin bibin yekwûcid

Cemaata Hîzbûllah derbarê êrîşa terorê ya ku New Zelandê li du camîyanhat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Ji teref  Cemaata Hîzbûllah ve derbarê êrîşa terorê ya ku New Zelandê li du camîyan  hat kirin û tê de 49 Misliman şehîd bûn û 48 Misliman jî birîndar bûn de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di destpêka daxuyanîya ku hat belavkirin de Ayeta 114emîn a Sûreya Bakarayê “Ji wan kesên ku li mescîdan zikirkirina navê Xwedê asteng dikin û hewl didin van mescîdan xera bikin zalimtir kî heye? Ew kes encax bi tirsê dikarin bikevin nava van mizgeftan. Li dinyayê ji wan re zelilî û li axretê jî azabeke mezin  heye” di bîran hat xistin.

“Ev êrîş qethîyan ne êrîşeke munferîd û şexsî ye; berewajî ev yek êrîşeke plankirî ye”

Di berdewa daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin “Li New Zelandayê roja înê di wextê nimêjê de  êrîşek li Mislimanan hat kirin ku di vê êrîşê de 49 birayên me yên Misliman hatin şehîdkirin û 48 birayên me jî birîndar bûn ku me xebara vê yekê stand û em bi vê yekê mehzûn û xemgîn bûn” û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Em cardin ji êrîşeke giran a ku li ser rûyê erdê li hember Mislimanan hat kirin re bûn şahid. Sedema  herî muhîm a van êrîşan nîjadperestî û dijmintîya Îslamê ye. Her wisa ji ber ku ji van êrîşên ku ji Îslam û  Mislimanan tên kirin re musamaha tê nîşandan ev yek werêkbûna êrîşkaran zêde dike.Ev êrîş qethîyan ne êrîşeke munferîd û şexsî ye; berewajî ev yek êrîşeke plankirî ye. Bi van êrîşan tê hedefkirin Misliman bên tirsandin, Misliman ji mizgeftan dûr bên xistin û di nava civakê de neyên xuyakirin.”

“Divê em hêza xwe bikin yek û li dijî wan êrîşên ku li Îslamê tên kirin bibin yekwûcid”

Di berdewama daxuyanîya ku ji teref Cemaata Hîzbûllah ve hat belavkirin de hat diyarkirin tu fêdeya van êrîşên ku li Îslam û Mislimanan tên kirin ji tu kesî re tune ye û ew ê tu kes fêdeyê jî nebîne û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Bi izna Xwedê ew ê ev êrîş bibe wesîle ku Misliman xwe jidayîtir bi Îslamê bigirin, di nav xwe de wehdetê saz bikin û bibin yek.Em bang li Mislimanên dinyayê dikin. Divê em Misliman van êrîşên hovane û wehşîyane bes şermezar û telîn nekin, li kû derê cîhanê dibe bila bibe pêwîst e em xwedî li birayên xwe derkevin, îxtîlafên di nav xwe de deynin alîyekî û em hêza xwe bikin yek û li dijî wan êrîşên ku li Îslamê tên kirin bibin yekwûcid. Li wan derên ku êrîşên bi avayî lê tên kirin, pêwîst e birayên me bi tedbîr bin, amadehîyên xwe bikin û nobedê bigirn. Înşallah ew ê ev yek êrîşan asteng bike. Şehadeta wan birayên me yên ku ji bo fermana Xwedê bi cî bînin çûn mizgeftê û li wê derê şehîd bûn mubarek be. Em ji bo birîndaran şifa teleb dikin û ji bo nasên şehîdan tazîyeyên xwe pêşkêş dikin.”

Temamê metna daxuyanîyê

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

“Ji wan kesên ku li mescîdan zikirkirina navê Xwedê asteng dikin û hewl didin van mescîdan xera bikin zalimtir kî heye? Ew kes encax bi tirsê dikarin bikevin nava van mizgeftan. Li dinyayê ji wan re zelilî û li axretê jî azabeke mezin  heye.”(Bakara-114)

Li New Zelandayê roja înê di wextê nimêjê de  êrîşek li Mislimanan hat kirin ku di vê êrîşê de 49 birayên me yên Misliman hatin şehîdkirin û 48 birayên me jî birîndar bûn ku me xebara vê yekê stand û em bi vê yekê mehzûn û xemgîn bûn.

Em cardin ji êrîşeke giran a ku li ser rûyê erdê li hember Mislimanan hat kirin re bûn şahid. Sedema  herî muhîm a van êrîşan nîjadperestî û dijmintîya Îslamê ye. Her wisa ji ber ku ji van êrîşên ku ji Îslam û  Mislimanan tên kirin re musamaha tê nîşandan ev yek werêkbûna êrîşkaran zêde dike.

Ev êrîş qethîyan ne êrîşeke munferîd û şexsî ye; berewajî ev yek êrîşeke plankirî ye. Bi van êrîşan tê hedefkirin Misliman bên tirsandin, Misliman ji mizgeftan dûr bên xistin û di nava civakê de neyên xuyakirin.

Tu fêdeya van êrîşên ku li Îslam û Mislimanan tên kirin ji tu kesî re tune ye û ew ê tu kes fêdeyê jî nebîne. Bi izna Xwedê ew ê ev êrîş bibe wesîle ku Misliman xwe jidayîtir bi Îslamê bigirin, di nav xwe de wehdetê saz bikin û bibin yek.

Em bang li Mislimanên dinyayê dikin. Divê em Misliman van êrîşên hovane û wehşîyane bes şermezar û telîn nekin, li kû derê cîhanê dibe bila bibe pêwîst e em xwedî li birayên xwe derkevin, îxtîlafên di nav xwe de deynin alîyekî û di her warî de li dijî wan êrîşên ku li Îslamê tên kirin em hêzên xwe bikin yek. Li wan derên ku êrîşên bi avayî lê tên kirin, pêwîst e birayên me bi tedbîr bin, amadehîyên xwe bikin û nobedê bigirn. Înşallah ew ê ev yek êrîşan asteng bike.

 Şehadeta wan birayên me yên ku ji bo fermana Xwedê bi cî bînin çûn mizgeftê û li wê derê şehîd bûn mubarek be. Em ji bo birîndaran şifa teleb dikin û ji bo nasên şehîdan tazîyeyên xwe pêşkêş dikin.

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.