“Divê em perwerdehiya Îslamî bidin xortên xwe”

“Divê em perwerdehiya Îslamî bidin xortên xwe”

Asim Safîturkê bavê Muhammed Safî Turkê Qeymeqamê Dêrikêyê ku ji teref PKKyiyan ve hat kuştindiyar kir ji bo xort nekevin kêmînan divê em perwerdehiya Îslamî bidin xortên xwe.

Weke ku tê zanîn Muhammed Safî Turkê Qeymeqamê Dêrikê bi çbombeya ku bi talîmaya PKKê di odeya wî de hatibû bicîkirin jiyana xwe ji dest daîbû. Ji bo Safîturkê ku ji teref PKKê ve hat kuştin li Entabê di mektebekê de bernameyek hat tertîpkirin. Bavê Safîturk piştî bernameya ku hat lidarxistin ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Safîturk di hevpeyvîna ku da ÎLKHAyê de destnîşan kir divê li xortan xwedî bê derketin û dû re wiha li axavtin xwe zêde kir: “ Ji ber ku xwedî li xortan nayê derketin xort bi hêsanî tên xapandin. Ji bo xortên me neyên xapandin divê eseh em perwerdehiya Îslamî bidin wan. Divê em xortên xwe hînîn  Qur’ana Kerîm, hînî hezkirina Pêxember û ehlî beyt bikin.”

“Mumîn bi nûra Xweda dinihêre”

Safîturk di berdewama axavtina xwe de diyar kir însan dema ku Hz. Muhammed  ji xwe re mînak bistînin ew ê bibin xwedî feraset. Safîturk dû re wiha pê de çû: “ Xweda pêxemberê me ji aleman re wek rahmet şandiye.. Ew kesên ku terbiya wî pêxemberê rehmet standin ji Medînê hatin Stenbolê fetih kirin.  Dema ku em terbiyeya ehlî beyta wî bistînin em nayên xapandin. Dema ku em li gor Qur’ana Kerîm hereket bikin em ê bibin xwedî feraset. Lewra Pêxemberê me dibêje ‘Xwe ji feraseta Muminan mihafeze bikin.’ Dema ku Mumin dinihêre bi nûra Xweda dinihêre. Ji ber wê yekê kêmasiya me ya zilam û perwerdehiyê heye.”

 “Dema ku millet cahil bimîne hinek kes dikarin bi hêsanî wan bikirê bikin”

Safîturk di berdewama axavtina  xwe de diyar kir yekîtî û digelhevî di Îslamê de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesê ku neqencîkê bike tenê ne li yê hemberî xwe li xwe jî dike. Kesê ku li gor fermanên Xweda hereket bike li ba Xweda însanê herî bi qedr û qiymet e. Kesê ku hezkirina Xweda qezenc bike ew ê ji însanan re alîkariyê bike. Dema ku em van tiştan bikin ew ê memleket bibe bihişt. Dema ku millet cahil bimîne hinek kes dikarin bi hêsanî wan bikirê bikin Ji ber vê yekê jî cudaxwazî û bêhizûrî dest pê dike. “

Safîturk di dawiya axavtina xwe de diyar kir nexweşiya herî mezin a qelb e.(ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.