1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Divê em zarokên xwe bi Qur’anê mezin bikin
Divê em zarokên xwe bi Qur’anê mezin bikin

Divê em zarokên xwe bi Qur’anê mezin bikin

Mahmut Beyazê Îmam Xatîbê Mizgefta Cebelî Nûr destnîşan kir zarok emanetên herî mezin ên Xweda ne û diyar kir “ Ji ber vê yekê divê em zarokên xwe bi Qur’anê mezin bikin.”

A+A-

Qursên Qur’anê doh dest pê kirin, li wan mizgeftên ku hatine diyarkirin ew ê ji zarokên qîz û law re ji teref rayedar ve di navbera seatênn 09.00 û 12.00an de dersa Qur’anê û ilmên Îslamî bê dayîn.

Mahmut Beyazê Îmam Xatîbê Mizgefta Cebelî Nûra Diyarbekirê di daxuyanîya ku derbarê mijarê da de hedîsa Pêxemberê me “Ji we kesên herî bi xêrtirîn ew kesên ku Qur’anê hîn dibin û hîn dikin in.” di bîran xist û dû re  derbarê ehemîyet û girîngîya qursên Qur’anê de nirxandinan kir.

“Zarokên bo ku li ber televîzyonan mezin nebin û bo ku bi hevalên xwe re mezin bibin em wan bişînin mizgeftê”

Beyaz di nirxandina ku kir de diyar kir divê em zarokên xwe ji wê dojeha ku ardûya wê kevir û însan in mihafeze bikin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em zarokên xwe bi zarokên berê re muqayese dikin em dibînin ku ji civakê dûr ketine. Û em dibînin di warê edeb û hûrmetê de jî problemên wan hene. Her wisa em dibînin ku zarokên me bûne xwedîyê tebîetên nebaş. Em dibin şahid ku wextên xwe bi televîzyon û tabletan derbas dikin û bi vî awayî mezin dibin. Ev dibe sedem ku zarokên me bibin xwedîyê sincên nebaş. Zarokên me bo ku li ber televîzyonan mezin nebin û bo ku bi hevalên xwe re mezin bibin divê em wan bişînin mizgeftê.”

ÎLKHA































Bu haber toplam 1270 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.